Peyamnêrê K24ê: Hewlêr û Bexdayê li ser çend mijaran li hev kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Peyamnêrê Kurdistan24ê got ku, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser çend mijaran bi Wezîra Darayî ya Iraqê re li hev kir û hefteya bê jî civîna di navbera wan de dê dîsa dest pê bike.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê Dîlan Barzan îro (Çarşem, 20ê Tebaxa 2025ê) ragihand, “Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro bi Wezîra Darayî ya Iraqê Teyf Samî re civiya û her du alî li ser çend mijaran li hev kir.

Peyamnêrê Kurdistan24ê herwesa got, “Her du aliyan li hev kir ku, mîqdara dahata negirêdayî petrolê ya Herêma Kurdistanê binirxînin, ji Tîrmeh heta Berçileya îsal. Ew jî li gorî veqetandin û vavartina wan dahatên federal ên li Herêma Kurdistanê.”

Dîlan Barzan her di hderheqa civîna îro de got, “Şanda Herêma Kurdistanê û Wezîra Darayî ya Iraqê li ser dahata xalên sînorî li hev kir. Li gorî wê lihevkirinê, nîva dahata xalên sînorî yên Herêma Kurdistanê dê radestî Bexdayê bê kirin, lê hîn wan li ser bac û xercan li hev nekiriye.”

Navbirî di derheqa pêvajoya bankkirina mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê de jî amaje da, “Her du aliyan li hev kir ku, pêvajoya bankkirina mûçeyan heta dawiya vê salê bê temamkirin.”

Mijarek din a civîna îro girêdayî dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bû. Peyamnêrê Kurdistan24ê di wî warî de got, “Di civînê de hat gotin ku, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Petrolê ya Iraqê li ser mijara petrolê li hev kiriye, lê sê ji şîrketên petrolê yên ku li Herêma Kurdistanê dixebitin amadebûna xwe ji bo tevlîbûna di vê pêvajoyê de nîşan nedaye, lewma wezîra Darayî ya Iraqê ji Şanda Herêma Kurdistanê re gotiye ku givaştinê bixin ser wan şîrketan da ku dest bi hinardekirina petrolê bikin.”

Di civînê de mijara pejirandina para Herêma Kurdistanê di qanûna budceya federal a 2023, 2024 û 2025ê de jî hat nîqaşkirin. Dîlan Barzan ji bo wê yekê jî got, “Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz kiriye ku, rêyeke qanûnî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bi rêya qanûnê bê dîtin.”

Navbirî di derheqa mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê de jî eşkere kir, “Wezareta Darayî ya Iraqê dê di destpêka hefteya bê de dest bi rêkarên xerckirina mûçeyên Hezîranê bike ji ber ku Encûmena Wezîran Biryar li ser daye.”

Şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê seet 2:00 ê piştî nîvroya îro li Bexdayê bi Wezîra Darayî ya Iraqê Teyf Samî re civiya.

Serokê Nûnerîtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê û Endamê Şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Faris Îsa ji Peyamnêrê Kurdistan24ê Dîlan Barzan re got: "Civîna me baş bû."

 
Fly Erbil Advertisment