Duran Kalkan: Bêyî azadiya fîzîkî ya Ocalan Komîsyon bipêş nakeve

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan, Duran Kalkan, damezrandina komîsyonê û cidiyeta partiyan wek gaveke "girîng û watedar" bi nav kir, lê tekez kir ku serkeftina pêvajoyê bi awayekî bingehîn bi beşdarbûn û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ve girêdayî ye.

Kalkan di hevpeyvînekê ligel “Medya Haber TV” de, xebatên Komîsyona Aştiyê ya li Parlamentoya Tirkiyeyê nirxand û destnîşan kir ku avakirina "Komîsyona Demokrasî, Biratî û Piştevaniya Neteweyî" bi beşdariya hemû partiyan gaveke erênî ye û got, "Hemû partî bi cidiyeteke mezin beşdar dibin. Em karê wê girîng dibînin û heta niha xebatên wê watedar û hêja dibînin."

"Muzakerevanê Sereke Ocalan e"

Duran Kalkan bal kişand ser rola Abdullah Ocalan di pêvajoyê de û anî ziman ku Ocalan "muzakerevanê sereke yê aliyê Kurd" e û pêşniyara avakirina komîsyonê jî di destpêkê de ji aliyê wî ve hatiye kirin. Kalkan got ku, gelekî girîng e ku li Ocalan bê guhdarîkirin, ji bo ku ew bikare bi rengekî çalak beşdarî karên komîsyonê bibe, divê di asteke têrker de li wî bê guhdarîkirin.

Kalkan rewşa tecrîdê ya li Îmraliyê rexne kir û diyar kir ku muzakerevanê sereke di bin şert û mercên dîlgirtinê de nikare amadekariyan bike. Wî got: "Ev nêzîkî mehekê ye ti hevdîtin nehatiye kirin. Ew nikare bi derdorên ku wan temsîl dike û bi rêxistina xwe re hevdîtinê bike. Yanî nikare heyetekê ava bike û amadekariyan bike."

"Çûna Îmraliyê di van şertan de ne çareserî ye"

Kalkan bîrokeya ku komîsyon di van şert û mercan de biçe Îmraliyê jî rast nedît û got ku heta kOcalan li Îmraliyê dîlgirtî be, "komîsyon bi mîlîmetreyekê jî nikare bi pêş ve biçe." Herwiha destnîşan kir, "heta ku ji bo azadiya wî gavek neyê avêtin, gotinên din û karên tên kirin wê tenê di asta niyeta baş de bimînin û ti encamê bi xwe re neynin."

 
Fly Erbil Advertisment