Ajansa "SANA" ya Sûrî zimanê Kurdî li weşana xwe zêde kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA), di 20ê Tebaxê de li paytext Şamê bi rûyekî nû û nasnameyeke nû ya dîtbarî dest bi qonaxeke nû kir. Di çarçoveya vê pêngavê de, SANAyê ragihand, ew ê ji niha û pê ve bi pênc zimanên sereke, tevî zimanê Kurdî, weşanê bike.
Merasîma vekirinê li Navenda Niştimanî ya Hunerên Dîdarî bi awayekî fermî hat lidarxistin û hejmarek wezîr, kesayetiyên fermî, nûnerên şandeyên dîplomatîk û komek ji rewşenbîr û ragihandinkaran tê de amade bûn.
SANAyê eşkere kir, ew ê ji bilî Erebî, bi pênc zimanên sereke yên din jî weşana xwe bike ku ev in: Kurdî, Îngilîzî, Frensî, Spanî û Tirkî.
Berpirsên SANAyê diyar kirin, ev pêngav di çarçoveya plana ajansê de ye ku bigihîje temaşevanên cîhanî yên berfirehtir û di heman demê de rêzê li taybetmendiyên her civakekê bigire. Li gorî berpirsan, armanca sereke "pêşkêşkirina naverokeke pîşeyîtir û zelaltir e ku welatiyê Sûrî dixe navenda bûyeran."

"Pêkhateya Kurd stûneke bingehîn e"
Derbarê zêdekirina zimanê Kurdî de, Wezîrê Ragihandinê yê Sûrî Hemze Mistefa tekezî li ser pirrengiya etnîkî û çandî ya Sûriyeyê kir û destnîşan kir ku "Sûriyeya nû girîngiyê dide mafên zimanî û çandî yên hemû pêkhateyan."
Wezîrê Ragihandinê yê Sûrî Hemze Mistefa ji K24ê re got: "Pêkhateya Kurd pêkhateyeke resen û stûneke bingehîn e di avakirina Sûriyeya nû de û armanc ew e ku bi rêya vê pêngavê bigihîjin hemû beşên civaka Sûrî. "
Ev pêngav weke bersivek ji bo kêşe û guhertinên bilez ên di cîhana medyayê de tê dîtin û weke hewldanek ji bo nûkirina siyaseta ragihandinê ya ajansa fermî ya Sûriyê tê nirxandin.