Yaşar Guler: Divê hemî komên girêdayî PKKê çekên xwe radest bikin
Diyarbekir (K24) - Wezîrê Parastina Neteweyî yê Tirkiyeyê li Şirnexê di civînekê de got, “Divê PKK û hemî komên girêdayî wê li gorî biryara bang û hilweşandinê tavilê çalakiyên xwe rawestînin.”
Wezîrê Parastina Neteweyî yê Tirkîyeyê Yaşar Guler li Şirnexê tevlî civîneke bû û têde behsa pêvajoya bêçekkirina PKKê kir û got, “Divê PKK û hemî komên girêdayî wê li gorî biryara bang û hilweşandinê tavilê çalakiyên xwe rawestînin.”
Yaşar Guler herwesa ragihand, “Hemî şaxên PKKê yên ku li herêmên cuda cuda û bi navên cuda cuda dixebitin, bêyî ku cihê wan çi be, divê bê şert û merc û bi lez çekên xwe radest bikin.”
Navbirî amaje jî da, “Erka me ya herî girîng ew e ku em bi baldarî hewaya ewlehî, aştî û aramiyê ya damezrandî biparêzin. Ji ber ku bidestxistina aştiyê bizavê dixwaze, û berdewamiya aştiyê qurbanîdanê dixwaze.”
Wezîrê Parastina Neteweyî yê Tirkîyeyê herwesa got, “Ez bawer dikim ku ti astengî nikare di vê pêvajoyê de, ku bi ruhê yekîtî û biratiyê ve yekgirtî ne, rawestîne.’’