Serokwezîr Mesrûr Barzanî lêçûnên dermankirina malbateke Êzidî girt ser xwe

Navenda Nûçeyan (K24) – Endama Parlamentoya Iraqê Viyan Dexîl ragihand, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştgiriya xwe ji bo malbateke Êzidî ya ku endamên wê bi nexweşiya penceşêrê ketine nîşan da û hemû lêçûnên dermankirina wan girt ser xwe.
Viyan Dexîl îro 24ê Tebaxê di daxuyaniyekê de diyar kir, Serokwezîr Mesrûr Barzanî erkê dermankirin û heta şandina derveyî welat a malbata Êzidî girtiye ser milê xwe.
Herwiha da zanîn, li ser raspardeya Serokwezîr, tîmeke tenduristiyê hatiye erkdarkirin da ku ji nêz ve çavdêriya rewşa tenduristiya wê malbatê bike.
Viyan Dexîl li ser navê malbatê û civaka Êzidî spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir ji bo vê pêngava mirovî û destnîşan kir ku vê yekê hêvî û moral ji malbatê re vegerandiye.