Mîr Hazim Tehsîn Beg biryara Iraqê red dike: Em tevlîkirina bi zorê qebûl nakin

Navenda Nûçeyan (K24) – Mîrê Êzidiyan, Mîr Hazim Tehsîn Beg di Konferansa Navdewletî ya li ser Jenosîda Êzidiyan de li Hewlêrê, bi tundî nerazîbûna xwe li hemberî biryara Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê nîşan da û ew wek "tevlîkirina bi zorê" bi nav kir. Mîr Hazim daxwaza vegera bi rûmet a Êzidiyan kir û got, divê şert û mercên jiyanê li warê wan bên dabînkirin.
Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 25ê Tebaxa 2025an Konferansa Akademîk a Navdewletî ya li ser Jenosîda Êzidiyan li Hewlêrê dest pê kir. Di konferansê de Mîr Hazim Tehsîn Beg gotarek pêşkêş kir û rewşa bi êş a civaka Êzidî anî ziman.
Mîrê Êzidiyan diyar kir ku karesata sala 2014an birîneke wisa kûr li pey xwe hiştiye ku heta niha xwîn jê diherike. Herwiha got: "Encamên wê êrîşê heta niha jî bandora xwe li ser Êzidiyan hiştiye. Bi sed hezaran Êzidî heta niha di nav konan de dijîn û bi hezaran jin û zarokên me jî hîn bêserûşûn in."
"Daxwaza Vegereke bi rûmet dikin"
Mîr Hazim tekez kir, herêmên wan pêwîstî bi ji nû ve avakirinê heye da ku vegera Êzidiyan vegereke birûmet be. Wî girîngiya lidarxistina konferansên bi vî rengî destnîşan kir û got: "Ev konferans girîng in, da ku em doza Êzidiyan di wijdana mirovahiyê de bi zindî bihêlin."
Mîr hêvî kir ku lêkolînên ku di konferansê de tên pêşkêşkirin bibin sedemek ji bo bicihanîna dadweriyê û qerebûkirina qurbaniyan.
Nerazîbûna tund li hemberî biryara Wezareta Koçê ya Iraqê
Mîrê Êzidiyan bi awayekî eşkere helwesta civaka Êzidî li hemberî biryarên dawî yên Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragihand û got: "Em gelekî bi biryara Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ya ku dixwaze Êzidiyan bi zorê tevlî civakên mêvandar bike, nîgeran in. Ev di demekê de ye ku heta niha ti şert û mercek ji bo vegera Êzidiyan nehatiye amadekirin."
Herwiha hişyarî da ku ev biryar dê kêşeyên Êzidiyan kûrtir bike û di heman demê de dê bibe sedema lawazkirina nasandina navdewletî ya jenosîda Êzidiyan. Mîr Hazim bi dengekî bilind got: "Em tevlîkirina bi zorê red dikin."
Spasî ji bo Herêma Kurdistanê
Di dawiya axaftina xwe de, Mîr Hazim Tehsîn Beg spasiyeke taybet pêşkêşî Herêma Kurdistanê kir ji bo pêşwazîkirin û hembêzkirina Êzidiyan, bi taybetî xelkê Şingalê. Herwiha spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir ji bo rola wî di rizgarkirina hejmareke mezin a Êzidiyên ji destê DAIŞê revandî de.