Kursiyên Encûmena Gel a Sûriyeyê li ser parêzgehan hatin dabeşkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîteya Bilind a Hilbijartinên Encûmena Gel a Sûriyeyê (parlamento) dabeşkirina kursiyên Encûmena Gel li ser parêzgehên welêt ragihand. 

Li gorî biryara hejmar 24, jimara giştî ya endamên Encûmenê 210 e, ku 70 ji wan ji aliyê Serokatiya Sûriyeyê ve tên destnîşankirin û 140 jî bi rêya hilbijartinan tên diyarkirin.

Li gorî sîstema hilbijartinan a mersûma hejmar 143 ya sala 2025an, kursî bi vî awayî hatine dabeşkirin:

- Heleb: 32 kursî, ji nava wan (3 ji bo Efrînê û 2 ji bo Kobanî)

- Hesekê: 10 kursî, ji nava wan (3 ji bo bajarê Hesekê, 4 ji bo Qamişlo, 2 ji bo Dêrikê û 1 ji bo Serê Kaniyê)

- Şam: 10 Kursî

- Gundewarê Şamê: 12 Kursî

- Hums: 12 Kursî

- Hema: 12 Kursî

- Siweyda: 3 Kursî

- Lazqiye: 7 Kursî

- Tertûs: 5 Kursî

- Dêrazor: 10 Kursî

- Reqa: 6 Kursî

- Der’a: 6 Kursî

- Idlib: 12 Kursî

- Quneytra: 3 Kursî

Ev yek di demekê de ye, di biryara Komîteya Bilind a Hilbijartinan de hat destnîşankirin ku hilbijartin li hersê parêzgehên Hesekê, Reqa û Siweydayê nayên lidarxistin. 

 
Fly Erbil Advertisment