Hêzên Îsraîlî bi helîkopteran li nêzîkî Şamê daketin: Pevçûn û kuştî çêbûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Çavkaniyên leşkerî yên Sûriyeyê ragihandin, yekîneyeke taybet a Artêşa Îsraîlê li başûrê rojavayê Şamê operasyoneke daketinê ya bi helîkopteran pêk aniye. 

Çavkaniyan diyar kirin, helîkopteran bi dehan leşker û hejmarek wesayîtên giran daxistin da ku herêmê kontrol bikin. Di heman demê de, dengê firokeyên şer li asîmanê herêmê hat bihîstin.

Çavkaniyên leşkerî û hikûmî yên Sûriyeyê ragihandin, Artêşa Îsraîlê di demjimêrên borî de operasyoneke daketinê ya esmanî û êrîşên firokeyên şer li ser baregehên leşkerî yên li başûrê rojavayê Şamê pêk anîne. Di encama van êrîşan de, di nava Artêşa Sûriyeyê de kuştî û birîndar çêbûn û hin wesayît jî hatin rûxandin.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) ji zarê çavkaniyeke hikûmî ragihand, endamên Artêşa Sûriyeyê di dema gerê de li nêzîkî Çiyayê Manê, amûrên çavdêriyê û guhdarîkirinê dîtine. Çavkaniyê anî ziman ku di dema hewldana mijûlbûna bi wan re, ew baregeh rastî êrîşeke asmanî ya Îsraîlê hat, di encamê de hejmarek kuştî û birîndar çêbûn û wesayît hatin rûxandin.

Heman çavkaniyê tekez kir, êrîşên esmanî û bi dronan heta êvara 27'ê Tebaxê rê li ber gihîştina herêmê girtin. Lê belê, yekîneyên artêşê karîbûn beşek ji van sîsteman bi çekên guncaw rûxînin û cenazeyên kuştiyan vekişînin.

Wî herwiha anî ziman ku firokeyên Îsraîlî careke din çend êrîş li ser baregehê pêk anîne û li dû wan jî operasyoneke daketinê ya esmanî hat, ku hûrgiliyên wê hê nehatine zanîn. Di heman demê de, firokeyên keşfê bi awayekî zêde li ser herêmê difiriyan.

Ev operasyon di heman demê de bi rêze êrîşên nû yên Îsraîlê re hatin kirin, ku êvara Çarşemê baregehên leşkerî li herêma Kiswe û Girê Manê kirin armanc. Li gorî amarên nû yên televîzyona fermî ya Sûriyeyê, di encama van êrîşan de 6 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin. Wezareta Berevanî ya Sûriyeyê jî piştrast kir ku "sê êrîşên esmanî" li ser baregehên ku berê mûşekên Scud lê hebûn, pêk hatine.

Şermezarkirina Sûriyeyê

Di daxuyaniyek fermî de, Wezareta Derve ya Sûriyeyê "bi tundî êrîşên dubare yên Îsraîlê şermezar kir" û ew wekî "binpêkirineke mezin a hiqûqa navneteweyî û binpêkirineke eşkere ya serweriya Sûriyeyê" binav kir. Şamê bang li civaka navneteweyî kir ku "berpirsiyariyên xwe yên hiqûqî û exlaqî ji bo rawestandina van êrîşan bigire ser milên xwe."

Ev geşedan rojek piştî ku 6 endamên Artêşa Sûriyeyê di êrîşên Îsraîlê yên li nêzîkî Şamê de hatin kuştin, pêk hatin. Ajansa fermî ya SANA'yê jî ragihand, ciwanek di encama topbarana Îsraîlê ya li ser malekê li gundewarê Quneytiraya bakur de hatiye kuştin.

 
Fly Erbil Advertisment