Komîsyona aştiyê bi serokên berê yên parlementoya Tirkiyê re dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê vê carê ji bo guhdarîkirina serokên sendîkayên parêzeran ên parêzgeh û bajarên Bakurê Kurdistanê û bajarên mezin ên Tirkiyê, civiya. Serokên sendîkayên parêzeran di vê civînê de bal kişandin ser girîngiya cîbicîkirina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan û Dadgeha Destûrê, herwiha daxwaza azadkirina Selahattin Demîrtaş kirin.
Serokên sendîkayên parêzeran, bikaranîna zimanê Kurdî di hemû qadên karûbarên dewlet û civakê de, ji bo aştiyeke mayînde û çareseriyê girîng dibînin. Herwiha, tê payîn ku îro Pêncşemê, 28’ê Tebaxa 2025’an, heftemîn civîna Komîsyona Aştiyê bi beşdariya 10 serokên berê yên Parlamentoya Tirkiyê pêk were.
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê, bi serokên sendîkayên parêzeran ên Diyarbekir, Çewlîk, Mêrdîn, Wan, Mêrsîn, Stenbol û Enqere re civiya. Serokê Parlamentoya Tirkiyê di civînê de amaje bi girîngiya cîbicîkirina destûrê kir.
Serokê Yekîtiya Sendîkayê Tirkiyeyê Erenç Sagkan diyar kir, divê çareseriya şer û rûbirûbûnê bi hestiyarî were pêşwazîkirin û avakirina baweriyê di navbera aliyan de girîng e. Herwiha got: "Divê endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) çekên xwe bi temamî deynin û garantiyê bidin ku careke din û bi navekî din PKKê ava nakin."
Ligel vê yekê, Sagkan daxwaz kir ku kampanyaya girtin û zindankirinên neqanûnî were rawestandin, sînordarkirina azadiya raman û rojnamegeriyê were rakirin, û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan û Dadgeha Destûrê werin cîbicîkirin. Herwiha wî daxwaza rawestandina pêvajoya tayînkirina qeyûman jî kir.
Serokê Sendîkaya Parêzeran a Diyarbekirê Ebdulqadir Guleç pêşniyar kir ku yasayek taybet were çêkirin, di nav de, derxistina yasayek taybet ji bo vegerandina kesên li derveyî Tirkiyê, digel azadkirina girtiyan. Wî herwiha rakirina astengiyên li pêş zimanê Kurdî û perwerdehiya bi zimanê zikmakî, cîbicîkirina biryarên Dadgeha Ewropayê û Dadgeha Destûrê, û azadkirina Selahattin Demîrtaş û hevalên wî, û herwiha azadkirina girtiyên nexweş xwest. Guleç herwiha daxwaza rawestandina pêvajoya tayînkirina qeyûman û rêzgirtina li raya gel kir.
Serokê Sendîkaya Parêzeran a Çewlîkê Yûsif Kîtenalp bal kişand ser wekheviya hevwelatîbûnê û diyar kir ku pirsa Kurd, pirsa demokrasiyê ye. Wî got ku bi avakirina aştiyê re, astengiyên li pêş demokrasiyê namînin û got: "Divê mafê hevwelatîbûnê bi rêya destûrê were parastin."
Kîtenalp daxwaz kir ku zextên li ser zimanê Kurmancî, Zazakî û zimanên din werin rakirin û ev ziman di dezgehên dewletê de werin bikaranîn. Wî herwiha xwest ku ji bo zindîkirina van zimanan hewldan werin kirin.
Serokê Koma MHP'ê Fatih Yildiz, rexne li awayê axaftina Serokê Parlamentoya Tirkiyê girt, ku wî digot armanca avakirina komîsyonê nizane û qala mijarên cuda ji armanca komîsyonê dike. Serokê Koma CHP'ê jî gotinên Sagkan di cih de dît û got: "Cîbicîkirina destûrê erkê parêzeran e."