Pentagon bo K24ê: Meha bê erkê Hevpeymanan li Iraqê bidawî dibe

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Parastinê ya Amerîkayê pabendbûna welatê xwe ji bo bidawîkirina erkê hêzên Hevpeymanan li Iraqê di Îlona îsal de piştrast kir. Herwesa tekez li ser berdewamiya têkiliyan û hevahengiya ewlehiyê bi Iraqê re jî kir.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) îro (În, 29ê Tebaxa 2025ê) di bersiva Kurdistan24ê de got, “Waşinton li ser nirxandin, livandin û cihguhertina hêzên xwe li Iraqê berdewam e.”

Wezareta navbirî amaje jî da, “Ev li gorî daxuyaniya hevpar a di navbera Amerîka û Iraqê de ye, li ser guhertina erkê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê li Iraqê.”

Pentagonê eşkere jî kir ku, ew pabend in ku erkê leşkerî yê Hevpeymaniya Navneteweyî li Iraqê heta Îlona 2025ê bidawî bînin, lê ew dê li bingehên xwe yên leşkerî li Iraqê li ser piştgiriya operasyonên li dijî DAIŞê li Sûriyeyê berdewam bin.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê tekez jî kir ku, Amerîka dê piştî guhertina erkê xwe jî li ser têkiliyan û hevahengiya dualî ya ewlehiyê bi Iraqê re berdewam be.

 
Fly Erbil Advertisment