Sarîlêdaneke zêde bo zarokîstanan heye lê hejmara zarokîstanan kêm e
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekirê pêşdibistanên ku wek Zarokîstan tên binavkirin, di meha îlonê de dest bi perwerdehiyê dikin û malbatên ku dixwazin zarokên wan ji kurdî dûr nekevin û bi kurdî perwerdehiyê bibînin serî li zarokîstanê didin. Lê ji ber ku serîlêdan zêde ye û zarokîsran jî kêm in şaredariya bajarê mezin hewl dide çareseriyekê bibîne.
Di sala 2015an de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir ve ji bo ku zarok bi zimanê xwe yê dayîkê di qonaxa pêşdibistanê de perwerdehiyê bibînin saziyên bi navê Zarokîstan hatin vekirin û ji aliyê civaka kurd ve ev xebat hat ecibandin, lê serdema qeyuman de zarokîstan hatin girtin. Niha Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê careke din girinigiyeke taybet dide zarokîstanan û di vê çarçoveyê de hat ragihandin ku dê di 8ê îlonê de zarokîstanan de perwerdehî dest pê bike û rayedarên şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê didin zanîn ku eleqeyeke mezin bo zarokîstanan heye
Serokê Saziya Xızmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Omer Saman ji K24ê re got: “Dema di sala 2015an de me dest bi vê xebatê kir slogana me, ziman şêrîn e zarokîstan hêlîn e, bû. Mixabin bo zarokên kurdan qadek wisa nebu ku bikaribin fêrî zimanê xwe bibin. Di her zarokîstanekê de kontenjan 160 e û tije bune û gelek malbat li bendê ne ku em kontenjanên nu vekin.”
Di zarokîstanan de dê nava hefteyê navbera demjimêr 08.00 û 17.00ê de bo zarokan perwerdehî were dayîn û ji bo ku zarok jiyanê bi zimanê xwe yê dayîkê binasin dê waneyên curbecur bo wan werin pêşkêşkirin.
Mamoste Ruken Demîr dibêje: “Di zarokîstanan de bi awayeke pirzimanî perwerdehî tê dayîn û zarok bi zimanê dayîka xwe perwerdehiyê dibînin, deman dinasin, hijmaran dinasin, axaftina xwe ya bi malbata xwe re pêş dixin.”
Li Diyarbekirê 4 zarokîstan û 4 jurên lîstokan hene, lê li gorî hejmara zarokan û daxwazên malbatan ev hijmar kêm in ku rayedarên şaredariyê amadekariyan dikin ku hijmara zarokîstanan zêde bikin. Ji ber ku dibêjin rêbaza bibandor a pêşîlêgirtina bişaftinê zarokîstan in.