NY hişyariyayê dide: Bi hezaran kes li Îranê di metirsiya darvekirinê de ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîsgeha Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî (NY) raporek derbarê rewşa mafên mirovan li Îranê de belav kir û ragihand, ji destpêka îsal ve heta niha nêzîkî 850 kes li wî welatî hatine bidarvekirin. 

Li gorî raporê, tenê di meha Tîrmehê de 110 kes hatine bidarvekirin, ku ev hejmar ji du qatan zêdetirî hejmara Tîrmeha sala borî ye. Ji tevahiya 850 cezayên bidarvekirinê yên îsal, hikûmeta Îranê bi awayekî fermî tenê %8ê wan, ango 55 bûyer, ragihandiye.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, ji 716 cezayên bidarvekirinê yên ku hatine tomarkirin, 347 kes bi tawana "madeyên hişbir" û 310 kes jî bi tawana "kuştina bi qestî" hatine bidarvekirin. Di meha Tîrmehê de jî, ji 110 kesan, 54 kes bi tawana madeyên hişbir, 44 kes bi tawana kuştinê, 5 kes bi tawana destdirêjiyê û 2 kes jî bi tawana "çalakiyên çekdarî" hatine bidarvekirin.

Metirsî li ser jiyana bi dehan girtiyan heye

Nivîsgeha Mafên Mirovan a NYê herwiha hişyarî da, metirsiyeke mezin li ser jiyana 11 kesan heye ku dibe di demeke nêzîk de bên bidarvekirin. Ji van, 6 kes bi tometa "endamtiya di partiyên dijber de" û 5 kes jî bi tometa "beşdarbûna di xwepêşandanên 2022yan de" hatine mehkûmkirin. 

Herwiha, hat ragihandin, cezayê bidarvekirinê yê li ser çalakvana kedkar Şerîfe Mihemedî di 16ê Tebaxa 2025an de ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve hatiye pesendkirin.

Li gorî raporê, bi giştî 67 kesên din li benda cezayê bidarvekirinê ne, ku 38 ji wan ji ber beşdarbûna di xwepêşandanên salên 2019 û 2022an de, 9 kes bi tometa "sîxuriya ji bo Amerîka û Îsraîlê" û kesek jî bi tometa "bêrêzîkirina li pîroziyan" hatine cezakirin.

Berdevka Nivîsgeha Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NYê Ravîna Şemdesanî diyar kir, Îran gelek caran bangên navdewletî yên ji bo rawestandina cezayê bidarvekirinê paşguh kirine.

 
 
Fly Erbil Advertisment