Li Diyarbekirê di bin banê Konseya Bajêr de Meclîsa Ziman hat avakirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekirê bi beşdariya nûnerên saziyên sivîl Meclîsa Ziman hat avakirin. Di civîna yekem de bal hate kêşan ku divê li Diyarbekirê bo pêşxistin û belavkirina zimanê kurdî xebatên birêkupêk û bibandor werin kirin. Beşdaran amaje kirin ku divê êdî renge bajarê Diyarbekirê bi kurdî be.
Li Diyarbekirê di bin banê Konseya Bajêr de Meclîsa Ziman hat avakirin. Konseya Bajêr a ku ji hemu beşên jiyanê sazî û dezgehên sivîl li xwe digire dixwaze di warê zimanê kurdî de jî xizmet û xebatan peşkeş bike. Di civîna yekem a meclîsa ziman de beşdaran nêrîn, rexne û pêşniyazên xwe anîn ziman. Rêveberên Meclîsa Ziman amaje kirin ku girîng e hemu saziyên sivîl ên bajêr bi awayeke yekgirtî bo zimanê kurdî xebatan bimeşînin û polîtîkayek a zimanê kurdî derbixin holê.
Rêveberê Meclîsa Zimanê Kurdî Ahmed Kanî ji K24ê re got: “Bi rastî li Diyarbekirê mixabin kurdî di bikaranînê de rastî astengiyan hatiye. Bi salan qedexe li ser hebu. Bi vê xebatê dê navbera saziyan de hevahengiyek hebe. Bi xebatên bi vî rengî dê renge bajêr jî bibe kurdî.”
Nivîskarên beşdarî civînê buyîn derbarê rewşa bikaranîna kurdî de anîn zimên ji ber kurdî rastî helwesteke xirap a dijwar hatiye bikaranîna wê ya jiyana rojane de kêm buye û bi xebatên Meclîsa Ziman kurdî dikare bigihîje rewşeke baştir.
Hevserokê Pena Kurd Omer Fîdan dibêje: “Zext û zorên dîrokî yên ser zimanê kurdî, krîmînalîzekirina zimanê kurdî rewş xistiye vê astê. Li vî bajarî %98ê welatiyan dixwazin perwerdehiyê bi zimanê kurdî bibînin. Ev yek bi tekoşînê dibe û bi statüye dibe û bo vê yekê jî sazîbûn pêwîst e.”
Meclîsa Ziman biryar da ku cihekî bo meclîsê were destnîşankirin, di vî cihî de xebatkarên zimanê kurdî werin cîbicîkirin û bo vê xebatê jî butçeyek were amadekirin.