Rêber Ehmed li Mûsilê banga cîbicîkirina Madeya 140 û Rêkeftina Şingalê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragihand, tawanên DAIŞê nikarin vîna gelê herêmê ya ji bo man û pêkvejiyanê bişikînin û tekezî li ser pêwîstiya cîbicîkirina Madeya 140 a destûrî û Rêkeftina Şingalê kir.
Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed îro 1ê Îlonê weke nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, beşdarî merasîma vekirina Mizgefta Mezin a 'Nûr' û dêrên 'Tahîre' û 'Sa'e' yên li Mûsilê bû û gotarek pêşkêş kir. Di merasîmê de Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert, şandeke payebilind a Îmaratê û hejmarek wezîr û berpirsên hikûmî amade bûn.
"DAIŞê hewl da nasnameya bajêr têk bide"
Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê yekê kir ku "tawanên komên terorîst ên DAIŞê, bi taybetî li Mûsil, Deşta Neynewayê û Şingalê, nikarin vîna gelê me ya ji bo man û pêkvejiyanê bişikînin."
Herwih got: "Ew terorîstan perestgeh kirin armanc, komkujî li dijî Êzidiyan pêk anîn, Xiristiyan û hemû pêkhateyên Neynewayê koçber kirin û hewl dan nasnameya bajêr têk bidin."
Rêber Ehmed rêz li qurbaniyên hêzên Iraqê bi hemû pêkhateyên wan girt, bi taybetî Hêzên Pêşmerge û got: "Li sengerên pêşîn sekinîn û deriyên rizgarkirina Mûsilê ji bo hêzên federal vekirin."
Herwiha da zanîn, Hêzên Pêşmerge di şerê tunekirina DAIŞê de qurbaniyên mezin dane û xwîna wan li qadên şer bi ya hêzên Iraqê re têkel bûye û ev yek "isbat dike ku parastina bajar û welatiyan berpirsiyariyeke hevbeş e."
"Pêwîstî bi cîbicîkirina Rêkeftina Şingalê û Madeya 140 heye"
Derbarê vegera koçberan de, Rêber Ehmed lezkirina cîbicîkirina Rêkeftina Şingalê weke "pêngaveke gelekî pêwîst" bi nav kir, da ku zemîn ji bo vegera zêdetirî 300 hezar welatiyên Êzidî bo navçeyên xwe "bi rêz û rûmet" were amadekirin. Wî ev yek weke berpirsiyariyeke niştimanî û exlaqî ya li ser milê hemû aliyan wesif kir.
Wezîrê Navxwe herwiha banga dûrketina ji nakokiyan û pêşxistina çanda aştiya sivîl û pêkvejiyanê kir û got: "Ji ber ku tiştê me digihîne hev, gelekî mezintir e ji tiştê me ji hev cuda dike."
Di dawiyê de, Wezîrê Navxwe tekezî li ser girîngiya cîbicîkirina Madeya 140 a destûra Iraqê kir û got: "Ev made dergehekî serekî ye ji bo çespandina dadweriyê û bidawîanîna dosyeyên hilawîstî, ku dê seqamgiriya van navçeyan dabîn bike û ruhê biratî û welatîbûnê di navbera pêkhateyên neteweyî û olî yên cuda de bihêz bike."