Serok Barzanî sembola qehremaniya Pêşmergeyan pêşkêşî Şaredara Parîsê kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî îro bi Şaredara Parîsê re civiya û piştî wê civînê jî çend diyariyên Kurdistanî pêşkêşî Şaredara Parîsê kirin. Şaredara Parîsê jî got, “Em qerdarên Pêşmergeyan in, yên ku li şûna me tevan li dijî DAIŞê şer kir.”

Serok Barzanî îro (În, 5ê Îlona 2025ê) gihîşt Avahiyê Şaredariya Parîsê û bi Şaredara Parîsê Anne Hidalgo re civiya. Piştî wê civînê jî, Serok Barzanî çend diyariyên Kurdistanî pêşkêşî Şaredara Parîsê kirin.

Serok Barzanî li destpêkê kitêbek pêşkêşî Şaredara Parîsê Anne Hidalgo kir, ku tê de behsa qehremaniya Pêşmergeyan û serkeftinên wan li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê tê kirin.

Paşê Serok Barzanî tabloyeke Pêşmergeyan jî pêşkêşî Şaredara Parîsê kir û got, "Ev tabloya Pêşmergeyan e, ew Pêşmergeyên ku li şûna hemî cîhanê li dijî DAIŞê şer kir.”

Şaredara Parîsê jî got, “Ew diyarî ji bo min pir biqîmet e. Divê li cîhekî li nivîsîngeha min bê danan ku her mêvanekê bê wê bibîne.” Tekez jî kir, “Em qerdarên Pêşmergeyan in, yên ku li şûna me tevan li dijî DAIŞê şer kir.”

Piştre Serok Barzanî hingivê Kurdistanê jî pêşkêşî Şaredara Parîsê kir û got, “Ev hingivê herî baş ê Kurdistanê ye.” Şaredara Parîsê bi diyariya Serok Barzanî matmayî bû û got, “Ez ji Kurdistanê hez dikim. Wisa xuya dike ku hingiv ê çiyayên devera Barzanê ye.” Serok Barzanî jî bersiv da, “Na, ew hingivê Kurdistanê ye.”

Îro li parka André Citroënê ya Parîsa paytexta Frandsayê di merasîmeke hejî de, bi amadebûna Serok Barzanî û Şaredara Parîsê Anne Hidalgo, perde ji ser tabloya Pêşmerge hat rakirin.

Her îro li Parîsa paytexta Fransayê merasîm û çalakiyên cuda cuda tên lidarxistin, ku rêzgirtina li têkoşîna Pêşmergeyan û gelê  Kurdistanê temsîl dikin. Serok Barzanî û şandeke Herêma Kurdistanê û bi sedan mêvanan dê di wan merasîm û çalakiyan de amade bibin, ji bilî amadebûna hejmareke Pêşmergeyên kevn, kesatiyên siyasî û akademîk li ser asta Fransa û welatên Ewropayê tevlî çalakiyan bibin. Dostaniya di navbera gelê Kurd û gelê Fransayê de ji têkiliyeke dîrokî tê û ev têkilî bi demê re qonax bi qonax ji ber sedemên armancên hevpar xurttir bûne.

Fransa di seranserê dîrokê de wekî dosta Kurdan hatiye nasîn û serokên wê bi berdewam serdana Herêma Kurdistanê kiriye û di tengaviyan de destê alîkariyê ji bo gelê Kurd dirêj kiriye, xasma di reva milyonî ya sala 1991ê de ku xatûna Danielle Mitterrand a hevjîna Serokê berê yê Fransayê Francois Mitterrand serdana Herêma Kurdistanê kir û ew nexweşî bi çavên xwe dîtin ên ku bi serê Kurdan hatibûn.

Rakirina perdeyê ji ser tabloya Pêşmerge li paytexta welatekî wekî Fransayê mana û meremeke mezin heye. Dema ku navê Pêşmerge tê gotin, di hişê piraniya kitekesan civaka Kurdewarî de mirovekî aza û fedakar tê dîtin. Wekî pênaseyeke sereke bi berdewamî hatiye gotin ku, Pêşmerge ji bo neteweya xwe xebatê dike û amade ye ku jiyana xwe ji bo wê yekê feda bike.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment