Serok Barzanî li Parîsê perde ji ser tabloya Pêşmergeyan rakir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî îro li parka André Citroënê ya Parîsê bi şehîdekî zindî yê şerê li dijî DAIŞê re perde ji ser tabloya Pêşmergeyan rakir û gotarek pêşkêş kir.
Serok Barzanî îro (În, 5ê Îlona 2025ê) li parka André Citroënê ya ya Parîsa paytexta Fransayê bi Şehîdê Zindî yê Şerê li dijî DAIŞê Ferman Silêman re perde ji ser tabloya Pêşmergeyan rakir.
Her di wê merasîmê de, Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û tê de kêfxweşiya xwe bi serdana xwe ya Parîsê û bi binavkirina rêyekê bi navê Pêşmergeyan diyar kir.
Serok Barzanî di gotara xwe de amaje jî da, "Îro ji bo gelê Kurdistanê rojeke dîrokî ye. Fransayê bi dirêjahiya dîrokê her gav helwesteke mirovî û dostane li beranberî gelê Kurdistanê hebûye.”
Serok barzanî herwesa got, “Fransayê her gav piştgirîya doza Kurdan kiriye û welatê yekê yê Ewropayê bû ku destûr da vekirina Enstîtuya Kurdistanê li Parîsê.”
Serok Barzanî di derheqa Pêşmergeyan de jî ragihand, "Pêşmergeyan erkekî pîroz bi cîh aniye, lê ev rêzgirtina ku we îro ji Pêşmergeyan re kiriye, rêzgirtina li têkoşîna Pêşmergeyan û dostaniya di navbera gelê Fransa û gelê Kurdistanê de nîşan dide.”