Fûad Masûm behsa dûrxistina Ebadî dike

Kurd24

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokkomarê Iraqê Fûad Masûm ragehand ku dûrxistina Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di dema niha de ne di berjeweniya Iraqê de ye.

Serokkomarê Iraqê Fûad Masûm doh li Parîsê ligel Serokê Fransayê civiya û got ku guhertina Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî pêwîstî bi (5-6) Mehan heye heta ku rêkeftin li ser cîgirekî nû were kirin û ev yek jî di dema niha de ne di berjewendiya Iraqê de ye.

Mesûm diyar kir ku eger ew bê guhertin kî dê cihê wî bigre evna jî ne asan e wiha yekser li ser kesekî din rêkeftin were kirin.

Serokkomarê Iraqê Fûad Masûm da zanîn ku belgenameya çaksaziyê ya ku ji aliyê Ebdaî ve hatibû pêşkêkirin karî rezamendiya piraniya nûnerên Parlementoya Iraqê bi dest bixe.

Heyder Ebadî ji destpêka sala borî ve wek Serokwezîrê Iraqê hatibû hilbijartin, lê di dema dawî de hejmarek aligirên partiya wî û aliyên siyasî nerazîbûna xwe li ser siyaseta wî nîşan didin.