Rêya pêşîlêgirtina êrişên nijadperestî li kû ye?

Kurd24

Konya, li navenda Anatoliyayê, bajareke mezin a Tirkîyê ye. Dûrbûna wê ya ji Diyarbekirê heşt sed km. ye. Nifûsa wê bi giştî ji Tirkan pêk tê. Li vî bajarî temenê Kurd û Kurdewariyê digiheje nêzî du sed salan. Kurd derudorê berê du sed salan bi darê zorê li vê deverê bicîh û war bûne. Reşwan, Şuweyş, Canbegî, Halekanî, Cudkanî, Omeran, Sefkan u hwd. çend eşîrên Kurdan koçê vê deran bûne. Piştî sala Şêx jî Kurd bi darê zorê koçê Konyayê bûne, pirrê wan li dora gundê Omeran civîyane.  Niha nifûsa Kurdan bipiranî li bakurê Konyayê, bi taybetî li navçeyên “Kulu, Yunak û Cihanbeyli” bicîh e.

Destê sibehê trên li İstasyona Konyayê rawestiya. Ev cara ewil bû ku ez dihatim Konyayê. Mebesta hatina min û çend hevalan, bûyera ku li serê malbata Dedeoğulları hatiye, wê bûyerê hem bi hûrgilî bikolînin û di cih de vekolînin; hem jî nîşan, tespît û netîceyên ku bi saya vê xebatê em têgihiştine, tev pêşniyarên xwe wekî raporekî amade bikin û bi rayagiştî re parve bikin. Armanca me acîzane piştgirîya gihîştina heqiqetê bû. Bi vê meqsedê me wek rêxistineke mafên mirovan hevditinên pirralî çêkirin. Em di nava du rojan de bi nûnerên partîyên Siyasî, berdevkên komeleyên neferma, parêzerên her du alî, Wekîlê Serdozgerê Konyayê, Serokê Baroya Konyayê, xwediyên mala şînê, cîranên mala Dedeoğulları, keyayê taxanê û hwd. kesên ku bi vê bûyerê eleqedarin re li hev rûniştin.  Me pirsî, wan gorî zanîn û bawerîya xwe bi awayekî samîmî bersivên me dan. Bi çavekî alînegir em li ser bûyerê rawestiyan. Me hemû teferruat li cem xwe nîşe kir. 

Dedeoğulları malbateke ji Qersê, berê 26 salan di sala 94an de ji ber keyseke edlî koçî gundê Hasanköyî, navçeya Konyayê ya Meramê, bûne. Li vir ji xwe re kon vedane. Têra serê xwe xanîyekî lêkirine. Bi ciranên xwe re, ji bilî mala Keleşan, heta vê demê jî bi dustane hewiyane. Geh ew çûne alikariya wan geh jî ew hatine alikariyê. Aboriya wan ji cotkarî û xwedîkirina ajalan p^k dihat. Li gundê Hasanköyî bêyî wan heşt malbatên Kurd yên din jî henin. Velê ev gunda bi giştî ji Tirkan pêk tê. Pirrên wan ji navçeyên din yên Konyayê hatine. Nifûsa Kurd, li vî gundî, ji sedî yek heye yan tuneye. Kurd, li vî gundî hindike (minority) ne.

Destpêka xisûmeta mala Dedeoğulları û mala Keleşan digihije berê vê heşt-neh salan. Heta sala 2012yan jî her du malbat bi hevudin re xweş dihewin. Alikarîya hev û din dikirin. Li ser destpêka xisûmetê çend riwayet henin. Ji wan yek girtina pisikan e. Guya ji mala Keleşan, keseka jin çend caran bê destûr, pisik û pişîlekên mala Dedeoğullarıyan girtîye, ji xwe re birîye mala xwe. Ya din rojekî Lütfî Keleş u Yaşar Dedeoğulları li cem hev in. Yaşar Dedeoğulları ji bo mala Keleşan çûye ser êrd, bo alikarîyê.  Xeber tê ku li Rojhilat çend leşker hatine kuştin. Lütfî Keleş çêran li Kurdan dide. Kurd Yaşar, ewilî dengê xwe nake. Li gund Yaşar Dedeoğulları wek “Kurd Yaşar” binav bûye. Ciranê wî gava ku çend carên din çêrên xwe dubare dike, Kurd Yaşar deyax nake u ew jî dest bi çêran dike.  Xisûmet ji ber çi destpêbike jî, ji wê demê hetanê 12yê Gulana 2021’an zêde pêt nabe. 12yê Gulanê, êvara erefa îda qurbanê,  ji mala Keleşan çend kes erişî mala Dedeoğullarıyan dikin. Yaşar Dedeoğulları u zarokên wî tên derbdanê. Yaşar Dedeoğulları, xanima wî û şeş zarokên wî birindar dibin. Bi ambulansê diçin nexweşxanê. Ji malbatê yek kes nêzî hefteyekî li nexweşxanê di bin çavdêrîya hûr de dimîne. Xisûmet êdî intiqalê Dadgehê dibe û lêpirsîna Edlî jî bi vî awahî destpê dike. Ji mala Keleşan 6 kes tên girtin. 4 kes pey der pey tên berdan. Heta bûyera qetlîamê her du malbat hevudin dibin û tînin. Mala Keleşan di vê navberê de pirr caran tehde dide ser mala Dedeoğullarıyan. Ji ber tehdeyan 22yê Gulanê mala Dedeoğullarıyan disan ifade didin dozgerîyê.  Yaşar Dedeoğulları di ifada xweya ewil ya dozgerîyê de behsa saiqa nijadperestîyê jî dike. Yek keçika wê jî vê mijarê tîne ziman. Paşê bûyer di çapemenî u rayagiştî de cihê xwe digre, dikeve rojevê. Yaşar Dedeoğulları bi taybetî li ser saiqa nijadperestîyê radiweste û biisrar bang li rayedaran dike. Dixwaze ku ji tehde û talûka kuştinê were parastin. Bi gotina mala Dedeoğullariyan mala Keleşan dê wan ji gund rakin û her dibêjin:  “Emê Kurdan ji vir biqelînin” Kurd Yaşar, bi her şiklî dilekçe li ser dîlekçeyê dide dem û dezgehên dewletê. Velê bersiv jê re nayên. Her wekî wî, keçika Kurd Yaşar jî peyman u hawara dişîne hesabên fermî yên medyaya civakî yên rayedarên dewletê, bi taybetî wezîrê karê hundir.  Velê tu bersivekî karîger neşê wergire. Hetta ji tirsan mala Dedeoğulları 4 heb kamerayê jî bi mala xwe ve dikin. Kurd Yaşar, bo bidawîbûna xisumetê rê nade tu kesayet û aliyan. Dibêje “dewleta me wê li me xwedî derkeve” u her tim bi hêvî xwe dispêre dewletê. Di roja 30yê tîrmeh/temûzê Mehmet Altun, bûrayê Lütfi Keleş, berêvarê bi mebesta kuştinê, bi hazirîyeke têrtemam, di hewşa mala wan de ji mala Dedeoğullarıyan 7 heb kesan dide ber gullan. Bûyer kêlî bi kêlî li ber çavê kamerayê diqewime. Kesekî sax nahêle û dûre radigihije xanî jî bide ber êgir. Ji malbatê kesek tenê li dawî sax dimîne. Ew jî bona ku here mala xwe ya li İngilistanê, birê ketiye, heta Enqereyê çûye.

Bi kurtasî, tespît û pêşniyarên me yên li ser vê bûyerê ev in: Bûyer ji çi sebebî destpê kiribe bila bike, bo hatina wê ya vê merhelê saiqa nijadperestî motivasyonek qewî daye kiryaran. Pêşî divê ev yek bê qebûl kirin. Piştî qetlîamê berê destpêka lêpirsîna Edlî; gerek rayedarên Edlî, gerek İdarî, gerek jî Siyasî, di daxuyanîyên xwe de gotin ku bûyer ji saîqa nijadperestî ne, tenê  ji ber xisûmeta du malbatan pêk hatiye. Di vê pêvajoyê de gelek dezgehên çapemenîyê jî li gorî nêrîna rayedaran cih da hedîsê. Ne ji bûyera 12yê Gulanê ne jî ji ya 30yê Tîrmehê şûnda ciranên Dedeoğulları neçûne serdan û sersaxîya wan. Bûyerên wiha di zikê xwe de bê saîqa nijadperestî saîqên din jî bihewîne, ev hebûna saîqên din hebûna saîqa nijadperestîyê ji holê ranake. Kara nêztedayîna bi vî şiklî tenê ji bo êrişên nîjadî re heye.  Ji bûyera 12yê Gulanê şûnda mixabin lêpirsîneke karîger nehatîye birêkirin. Hinceta bûyerê xweş zelal nebûye û kesên ku beşdarî bûyerê bûne giş nehatine tespît kirin. Ji ber gef û gurrên mala Keleşan dîlekçeyên ku ji alîyê mala Dedeoğullarıyan hatine dayîn pêdivîya wan nehatiye bicîhkirin. İhmalkariya dezehên dewletê karîgerî li ser bûyera qetlîamê kiriye. Tevdîr xweştemam nehatine girtin. Bêxwedîtîya mala Dedeoğulları curet daye kiryaran û kujer bixwe. Tunne hesibandina nijadperestîyê ya li Tirkîyê tenê mijara mexdûrîyetên wiha zêde dike. Kara veşartina vê rastiyê tenê ji bo  nijadperestîyê re û êrişkariya wê re heye mixabin. Vegotinên nijadperestî yên rayedarên dewletê, rayedarên partîyên siyasî ku li dijî Kurd u Kurdewarîyê, rê li ber bûyerên weke vê vedike.  Divê ev alî ji vegotinên nefrînî û vederkirinî dûr bisekinin. Ew kesên ku zimanê nijadperest bikartînin; ji ber van qise u gotinên xwe divê bên darizandin. Zimanê dewletê û rayedarên wê divê dorgirî bibe. Di vî warî de mentalite û nêztedayîna dewletê divê êdî bê guhertin.

Bo encam; ji bo bidawîbûna van êrişên nijadperestî rêya karîger a tekane, rawestana li dijî nîjadperestî û zimanê nefretî ye û hem li pêş rayagiştî û hem jî li pêş dadgehê bi her şiklî mehkûm kirine.

 

Ji bo tevahîya raporê bitikînin: https://hakinisiyatifi.org/konya-meramda-kurt-bir-aileden-yedi-kisinin-katledilmesine-iliskin-inceleme-ve-arastirma-raporu.html