Wezareta Pêşmerg"hezar û 200 pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê şehîd bûne
K24- Hewlêr
Wezareta Pêşmerge ragehand ku hezar û 200 pêşmerge di şerê li dijî rêxistina Dewleta Islamî ya Radîkal bi navê(DAIŞ)ê şehîd bûne û 7hezar pêşmerge birîndar bûne.
Wezîrê Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê Mustefa Seyd Qadir ji rojnameya Elheya ya Lendenî re duh roja yekşembê ragehan ku hezar û 200 pêşmerge yên Kurd di şerê li dijî rêxistina DAIŞê şehîd bûne.
Mustefa Seyd Qadir diyarkir ku hejmara birîndaran jî gihiştiye 7 hezar pêşmerge, tê zanîn ku Hikumeta Herêma Kurdistanê di Sbata borî de ragehandibû ku hejmara pêşmerge yên şehîd ketine nêzîkî 1000 kesane.
Hêjayê gotinê ku rêxistina DAIŞê di êrîşa xwe de ya meha Tebaxê li ser Herêma Kurdistanê gelek naçe û bajrok kotirolkirbûn lê pêşmergeyên Kurdistanê û bi piştevaniya welatên Hevpeyman li dijî rêxistina DAIŞê gelek naçe ji bin destê DAIŞê rizgar kirin.