Fuad Mecalî: Em dilxweş dibin ku xwendekarên Herêma Kurdistanê li Urdinê bixwînin

Fuad Mecalî
Fuad Mecalî

Navenda Nûçeyan (K24) - Konsulê Giştî yê Urdinê li Herêma Kurdistanê radigehîne, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî giringiyeke zêde bi kertê xwandina bilind dide, herwesa rêkxistina Dîdara Xwandina Bilind a Urdinî - Kurdistanî berhemê nerîna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ji bo pêşxistina peywendiyên Hewlêr û Emanê”.

Konsulê Giştî yê Urdinê li Herêma Kurdistanê Fuad Mecalî taybet ji K24ê re ragehand, “Şanda Zanîngehên Urdinê serdana parêzgehên Herêma Kurdistanê dike, em jî dixwazin xwendekarên Herêma Kurdistanê serdana zanîngehên Urdinê bikin”.

Fuad Mecalî amaje jî da, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştevaniya Dîdara Xwandina Bilind a Urdinî - Kurdistanî kir û ew bi xwe tevlî vekirina wê dîdarê bû”.

Navbirî herwesa got, “Em gelek spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dikin, ev rengê dîdaran berhemê nerîna cenabê wan e ji bo pêşxistina kertên cuda cuda û xasma kertê xwandina bilind”.

Konsulê Giştî yê Urdinê li Herêma Kurdistanê eşkere jî kir, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî dixwaze peywendiyên Urdin û Herêma Kurdistanê pêş bixe, li beranberî wê yekê Urdin jî bi pêşxistina peywendiyên dualî dilxweş e”.

Îro (Yekşem, 05.05.2024) bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Dîdara Xwandina Bilind a Herêma Kurdistanê û Urdinê li jêr navnîşanê “Wênekirina paşerojê bi rêya pêşxistina berdewam” li Hewlêra paytext, bi tevlîbûna şandeke bilind a Wezareta Xwandina Bilind a Urdinê û hejmareke zêde ya zanîngehên Urdinê û Herêma Kurdistanê, bi rê ve çû.