Amrîka wê 3 lîwayên pêşmerge bi çek bike

Her lîwayek ji hezar Pêşmergeyî pêk tê

K24- Hewlêr

Çavkaniyêkê pile bilind ji Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê eşkere kir ku Amerîka soz dayê 3 lîwayên pêşmerge bi çek bike û Wezareta Pêşmerge jî dergehê xwebexşiyê vekiriye ku her lîwayek wê  3 hezar pêşmerge be li xwe bigre.

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê Ferîq Cebar Yawir duh duşembê di civîneke çapemeniyê de ragehand ku piştî  Wezareta Pêşmerge dergehê xwebexşiyê ji 3 lîwayan re vekir Amerîka soz da Wezareta Pêşmerge  wan 3 lîwayan bi çek bike û hemû alîkariyên pêwîst bi wan bide.

Li gorî heman çavkaniyê  sozên Amerîka di civîna şanda hêzên Asayîşa Amerîka bi serokatiya Cineral Mick Bednarek û Werzareta Pêşmegeyên Kurdistanê bi serokatiya Mustefa Seyd Qadir wezîrê Pêşmerge re hate dayîn.

Ji aliyeke din ve Endamê Komîta Pêşmerge li Parlamentoya Kurdistanê Qadir Wetman tekez kir ku Amerîka soz daye  wan lîwayan bi çek û pêdawistiyên leşkerî bike û serbazên Akademî wê rêberiya wan lîwayan bikin.

Hêjayê gotinê ye ku Amerîka bi berdewamî alîkariya Herêma Kurdistanê dike û piştevaniya wê  di şerê wê yê li dijî rêxistina DAIŞê de.