Parlamentoya Kurdstanê daxwaz kir pirsa Serokatiyê were gotûbêj kirin

Roja encamdana hilbijartinên serokatiyê hatiye diyarkirin

 

K24- Hewlêr

Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê daxwaz ji aliyên siyasî li Herêma Kurdistanê kir ku pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê were gotûbêj kirin û li gorî rêkeftineke siyasî û aram li ser were li hev kirin.

Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yusif Mihmed di civîna desteya Srokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê li gel  Serokên Komisyonên Parlamanê di Parlamentoya  Kurdistanê de, daxwaza gotûbêj kirina pirsên sereke yên li Herêmê were kirin ji wan jî pirsa xizmetguzariyê, brîna eliktirîkê û karûbarên girêdayî bi pirojeya Destûra Herêmê û yasaya Serokatiya Kurdistanê.

Di beynameyekê de ya Srokatiya Parlamentoya Kurdistanê de hatiye ragehandin ku Serokê Parlamentoyê ji aliyên siyasî daxwaz kirye ku pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê bi awayên liser hevkirî û rêkeftinên siyasî û aram were gengeşe kirin, herwiha piştevaniya xwe ji desteya pêkanîna destûrê Kurdistanê nîşanda ye.

Ji aliyên xwe ve li gorî di beyanameyê de hatiye belav kirin ku komisyonên Parlamanê li ser danûstandinên berdewam û yekrêziya hemû aliyan li ser pirsgirêkn Kurdistanê li hev kirin herwiha gavên baş werin avêtin bo çareseriya hemû pirsên siyasî, aborî û xizmetguzar li Herêma Kurdistanê.