Barzanî: Bila heyva Remezanê bibe heyva lêborînê

Meha Remezanê li mislimanên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dike

K24- Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê bi helkefta hatina heyva Remezanê pîrozbahiyên xwe arasteyî misulmanên cîhanê û yên Kurdistanê kir û daxwaz kir ku heyva remezanê bibe heyva lêbûrînê.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di beyanameyekê de hatina heyva remezana pîroz misulmanên cîhanê bi giştî û yên  Iraq û kurdistanê bi taybetî pîroz kir.

Herwiha serokê Herêma Kurdistanê diyar kir û got"ev heyva bi rehmet û bereket hêvîdarim bibe heyva bidawîhatina nexweşiyan û bibe meha hatina xweşî û aramiya gelê Kurdistanê û derbasbûna gelê Iraqê ji nexweşiyên xwe"

Di dawiya beyanameyê de hatiye ku Barzanî daxwaz kirye ku  ev heyva piroz bila bibe heyva pêkvejiyan û aştiya hemû mirovan, Barzanî hêvîkir ku bila heyva remezanê bibe heyva lêbûrînê, alîkariyê û aştiyê ku ew peyamên sereke ne yên ola Islamî ya pîroz.