Konsulê Urdinê: Mesrûr Barzanî di hemû sektorên Herêma Kurdistanê de pêşkeftin bidest xistiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê Şahnişîna Urdinê ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Haşimî ya Urdinê de, rola Serokwezîr Mesrûr Barzanî bilind nirxand. Herwiha bang li xwendekarên Kurdistanê kir jî ku biçin li Urdinê berdewamiyê bidin xwendina xwe.

Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 5ê Gulana 2024an Dîdara Xwendina Bilind a Urdinî-Kurdistanî li Hewlêrê bi beşdariya zanîngehên Urdin û Herêma Kurdistanê dest pê kir û Konsulusê Şahnişîna Urdinê Fuad Mecalî jî spasiya Serok Mesrûr Barzanî kir, ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Urdinê de.

Konsulusê Şahnişîna Urdinê got: “Îro bûyereke zanistî ya girîng birêve diçe, îro civîna hezkirin û biratiyê ye, bi hemahengî di warê xwendina bilind de.”

Mecalî diyar kir: “Îro bi piştevaniya Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û hikûmeta Urdinê emê vê civînê lidar dixin.”

Herwiha bal kişand ser wê yekê ku xwendin li Urdinê pêşketî ye hêvî xwest ku xwendekarên Kurdistanê li Urdinê xwendina xwe berdewam bikin.

Di dawiyê de Konsulê Urdinê destxweşî li Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir ku di hemû sektoran de pêşkeftinên mezin bidest xistiye.