Xula nû ya Parlementoya Tirkiyê dicive

Senaryoya hikûmeta hevpeyman di rojevê de ye

K24- Navenda Nûçeyan

Perlemantoya Tirkiyê ya nû îro Sêşemê dest bi civîna xwe ya yekemîn dike, di rojevê de jî hikûmeteke hevpeyman xuya dibe.

Civîna yekemîn ya xula nû ya Parelementoya Tirkiyê birêve çû, jer 550 endaman jî sûnda yasayî xwarin,.

Civîna yekem jî rê dide hilbijartina serokê perlemanê jî, ku tê çaverêkirin her partiyek di pênc rojan de namzetên xwe destnîşan bikin. 

Ev hilbijartina wek bestekirinekê ji desthilata Ardogan re tê zanîn ku tenê 258 kursî di perlemanê de girtin, û kursiyên din jî wisa belav bûn, 132 CHP, 80 MHP û 80HDP. 

Hilbijartinên ku 7ê Hezîranê birêve çûbûn, nexşeya siyasî li Tirkiyê aloz kiribûn, ji ber ku êdî partiyek bi tena serê xwe nema dikare hikûmetê pêk bîne.