Serokatiya perlemantoya Tirkiyê ji AKPê re ma

AKP posta serokê parlementoyê di dest xwe de hişt

K24 – Navenda Nûçeyan

 

Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ji berçebûna opozîsyonê sûd dibîne û Serokatiya Parlementoya Tirkiyê dike para xwe.

 

Parlementerê AKP û Wezîrê berevaniyê yê berê Îsmet Yilmaz serokatiya parlementoyê bi 258 dengan li beramberî Deniz Baykal (CHP)ê, bidest xist.

 

Herwiha her du berbijêrên MHP û HDP di gera sêyemên ya hilbijartina de hatin bidûr xistin.

Li ser damezrandina hikûmetê jî, her sê partiyên opozîsyonê û bi piraniya 292 dengan ji koma 550 nikarîbûn bigehine lihevkirinekê.

 

Hevserokê HDP Selahedîn Demîrtaş ragehand ku “tevî ku 50 perlemanterên me dengên xwe dan Baykal, lê serokatiya perlemantoyê ji AKPê re çû.”

 

Herwiha di yekemîn gotara xwe de Yilmaz yê ku pileya duyemîn li ser rêzbenda protokolî di Tirkiyê de girt soz da ku ewê “bê alî be”, danîna destûreke nû ji Tirkiyê re jî bi pêwîst da zanîn.