“DAIŞ”ê Bi 3 rokêtan Îsraîl topbaran dike

Rêxistina DAIŞê li Sînayê bi sê rokêtan êrîşî Îsraîlê kir

K24 – Navenda Nûçeyan  

 

Koma “Wîlayeta Sînayê” baskê rêxistina DAIŞê li Misrê “3” rokêt arasteyî axa Îsraîlê kir.

 

Grûpa “Wîleyeta Sînayê” di daxuyaniyeke xwe de ku li ser Twitterê belav kiribû ragehand ku wan “Xaka Filestiniyan ya ji aliyê Îsraîlê ve hatiye dagîrkirin” bi 3 rokêtên ji cûrê “Grad” topbaran kirine.

 

Ji aliyê xwe ve jî polîsa Îsraîlê di yekem daxuyaniya fermî de li ser wê daxuyaniya Grûpa “Wîleyeta Sînayê” got ku , wan “paşmayên rokêtekê” li dervereke vala dîtibûn ku ti ziyanên mirovî ji encamê neketibûn.

 

çavkaniyekê ji artêşa Îsraîlî jî ragehand “Rokêt ji Sînayê ve hatibû arastekirin.”

 

Herêma Sînaya Misrê dikeve başûrê sînorê Îsraîlê, ji meha borî ve grûpên “cîhadî” lê çalak bûne, gelek caran jî operasyonên cekdarî li dijî navendên artêşa Misrî pêk tînin.