Zarokên DAIŞê komkujiyekê pêk tînin

Di komkujî de 25 leşkerên rêjîma Sûriyê kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

 

Zarokên çekdar ên DAIŞê komkujiyek di derheqê hejmarek ji leşkerên rejîma Sûriyê de li Tedmurê pêk anîn.

 

Rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) duh, 4 Tîrmehê, kurte vîdyoyek derbarê tawana gulebarankirina 25 leşkerên Sûriyê de belav kir.

 

Di dîmenan de diyar dibe ku, DAIŞê ew komkujî li ser Şanogeha Romanî bi destê zarokên xwe yên çekdar pêk aniye.

 

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan, ji dema girtina Tedmurê ji aliyê DAIŞê ve (Gulana borî), çekdarên wê rêxistinê nêzîk 200 kesî gulebaran kirine.

 

Tedmura Sûrî, bajarekî dîrokî ye û bi şûnwarên xwe yên balkêş navdar e, ji dema ku çekdarên DAIŞê derbasî bajêr bûne, metirsî li ser wan şûnwaran zêde bûye.