ENKS: "bila PYD rê bide pêşmergeyên rojavayê Kurdistanê xaka xwe biparêzin"

pêwîste rêkeftina Dihokê were cîbcîkirin

K24-Navenda Nûçeyan

Encûmena Niştimaniya Kurd a Sûriyê ragehand ku pêwîste pêşmergeyên Rojava li gorî rêkeftinekî û agehadariya  welatên derdor û Hevpeymaniya Navdewletî biçine Rojavayê Kurdistan.

Fethula Huseynî Nûnerê kantonên Rojavayê Kurdistanê ragehand ku pêwîste rêkeftina Dihokê were cîbcîkirin teybet xala lêvegera siyasî û pêkanîna Hêzeke Hebeş ya her du aliyên siyasî li rojavayê Kurdistanê(tev-dem-ENKS).

Huseynî diyakir ku ji mafê pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê ye berevaniya xaka xwe û kes nikare rê li ber bigre lê dive li bin siya (YPG) de be ji ber ku nabe dû hêz li Rojava hebin.

Ji aliyê xwe ve Nûnerê ENKS li Herêma Kurdistanê  Cedan Elî diyarkir ku ew naxwazin di bin siya YPGê de bin ya giring ewe biçin xaka xwe biparêzin, herwiha da zanîn ku Tev-dem rêkeftina Dihokê cîbcînekir û rê nade kesekî cîbcîbike.

Di  meha borî de ENKS pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê weke Hêzeke xwe ragehandbû.