Elmanya pêşniyaza derekirina Yonanistanê ji YEyê dike

beşdarbûyên civînê dixwazin ku Yonanistan endamtiya xwe di YEyê de ji dest nede.

K24-Navenda Nûçeyan

Elmanya pêşniyaza derkirina Yonanistanê ji Yekîtiya Ewropayê (YE) pêşkêş dike, hin berpirsên Ewropî jî ji karîn û şiyanên Esînayê bo encamdana çaksaziyan, reşbînin.

Duh, 11ê Tîrmehê, wezîrên darayî yên welatên YEyê bi mebesta biryardana li ser çarenivîsa Yonansitanê di navçeya Euroyê de li Brukselê civiyan.

Li gor ku televîzyona France24ê belavkiriye, di wê civînê de Elmanyayê pêşniyazek bo derkirina Yonanistanê ji navçeya Euroyê bo heyama 5 salan pêşkêş kiriye.

Lê çavkaniyan diyarkirine ku, wezîrên darayî yên YEyê ew pêşniyaza Elmanyayê gotûbêj nekirine, ji ber ku beşdarbûyên civînê dixwazin ku Yonanistan endamtiya xwe di YEyê de ji dest nede.

Roja Yekşema borî, welatiyên Yonanistanê plana rizgarkirinê ya ku welatên YEyê pêşkeşî Yonanistanê kiribûn (da ku wê ji krîza darayî rizgar bikin) red kiribûn.

Piştre hikûmeta Esînayê planek pêşkeşî welatên YEyê kirin, lê heta neha wezîrên aborî yên YEyê bawerî bi wê plana Yonanistranê neanîne.