Eniya Tirkmenî: DAIŞ jin û keçên me difroşe
K24-Navenda Nûçeyan
Eniya Tirkmenî ya Iraqê diyar kir ku zêdetirî 800 jinên tirkmen ên di dest çekdarên DAIŞê de ne, çekdar jî “jin û keçan difroşin.”
Di daxuyaniyeke nivîskî de, Berdevkê Eniya Tirkmenî ya Iraqê, Alî Mehdî diyar kir ku: "DAIŞê dema ku avêtibû ser navçeya Telaferê zêdetirî 800 jin û keçên temen biçûk dîl girtibûn û di ser vê bûyerê re salek derbas bû. Ji wan tenê 8 kes rizgarbûne. Lêbelê ji jinên ku rizgarbûne yekê xwe kuşt."
Li gor ku di daxuyaniyê de hatiye: "Neha di destê DAIŞê de 800 jinên tirkmen hene. DAIŞ jin û keçên tirkmenan difroşe. Ji ber ku kesî tirkmena ku rabe mal, can û mafên wan biparêze tuneye, DAIŞ jin û keçên wan ên ku ji Telaferê revandibûn difroşe."
Di daxuyaniyê de hat ragehandin jî ku Eniyê Tirkmena, derbarê jinên ku hatin revandin de rapor amade kirin û pêşkêşî Komîsyona Mafên Mirovan a Herêma Kurdistana, Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) û Konsulxaneya Tirkiyê li Hewlêrê kirin.