Li Şingalê 9 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
K24 – Hewlêr
Li Şingalê, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bersiva êrşeke DAIŞê dan û 9 terorîst jî kuştin.
Fermandarekî Pêşmergeyên Kurdistanê li Şingalê, Xetab Bankî ji KDP.info re ragehand ku, Pêşmergeyan şeva borî êrîşeke çekdarên DAIŞê li taxa Nesr ya Şingalê têk şikandin.
Bankî diyar kir ku, Pêşmergeyên Kurdistanê bi tundî bersiva êrîşa DAIŞê dan di encamê de 9 çekdar hatin kuştin.
Herwiha firokeyên hevpeymanan jî 4 caran pêgehên DAIŞê li heman taxê bombebaran kirin.
Derbarê ziyanên madî û canî Bankî got ku ti hûrgiliyên durist nehatine bidest xistin.