Dîndar Zêbarî: Kabîneya Nehem pişka şêr ji çaksaziya îdarî wergirtiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigihîne, “Di raporta salane ya Wezareta Derve ya Amerîkayê de, pesnê Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Kurdistanê hatiye dayîn.” Derbarê Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî got: “Kabîneya Nehem pişka şêr ji çaksaziya rêveberiyê gihîştiyê.”

Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dînar Zêbarî ji K24ê re ragihand, Di Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de aramî û asayîşa welatiyan di rêza yekem de ye û yek ji pîvanên navdewletî jî parastina welatiyan e.

Zêbarî got: “Em li Herêmê rûbirûyî gelek kêşeyan bûne, yek ji wan jî hebûna hêzên çekdar ên Heşda Şeibî li deverên madeya 140 ye. Em dibînin ku gelek caran komên terorîst li van herêman derdikevin û ev yek jî bûye sedem ku hêzên Hevpeymanan gelek caran wê herêmê bombebaran bikin.”

Amaje bi wê jî kir: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê karîye bi rêya hêzên dijeterorê, asayîş û Pêşmerge, sînorên Herêmê biparêze.”

Derbarê sînorê bi Bakurê Kurdistanê re, Zêbarî got: “Hebûna hêzên PKKê gelek arîşe çêkirine û bûye sedema valakirina 400 gundên ser sînor û bûye barek.”

Herwiha got: “PKK hêzeke neqanûnî ye ku ne di bin sîwana Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye û yasayên Herêma Kurdistanê qebûl nake.”

Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî da zanîn: “Wezareta Derve ya Amerîka berî du hefteyan di raporta xwe ya salane de, pesnê Pêşmerge û hêzên ewlekarî yên Kurdistanê dabû.”

Di pêvajoya yekxistina hêzên Pêşmerge de jî diyar kir, pêşketineke baş çêbûye û divê heta dawiya sala 2026an, hemû hêz bên yekkirin.

Di derbarê proseya çaksaziyê ya Kabîneya Nehem jî, Zêbarî got: “Proseya çaksaziyê, diruşma ku Kabîneya Nehem li ser hatiye avakirin e û Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî hildigire vê diruşmê ye, hem di warê îdarî de û hem di warê hikumranî de.”

Herwiha got: “Kabîneya Nehem pişka şêr ji çaksaziya îdarî wergirtiye û ji aliyê xwe ve Desteya Gendeliyê û Wezareta Darayî çendîn dosyayên gendeliya darayî ji dadgehan re şandine. Biryar e di dawiya vê mehê de, konferanseke mezin were lidarxistin ji bo gotûbêjkirina proseya çaksaziyê bi giştî.”

Derbarê pêkvejiyanê de, Zêbarî anî ziman ku Herêma Kurdistanê di vê mijarê de mînakeke pêşeng e li Rojhilata Navîn.” Herwiha got: “Herêma Kurdistanê pêşwaziya gelek koçber û penaberan kiriye û hemû xizmetguzarî pêşkêşî wan kiriye.”

Herwiha tekezî li ser vegera xwebexş a koçber û penaberan bo navçeyên xwe kir û amaje bi wê yekê jî kir ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne bi vegerandina bi zorê ya penaberan e.