Şingal..Salvegera karesatê û birînên ku hê nehatine pêçan

Plana azadkirinê amade ye lê heta nerha fermana cîbicîkirina wê nehatiye dayîn.

K24- Hewlêr

Salekê beriya neha, roja 3ê Tebaxê, çekdarên Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) derbasî qeza Şingalê bibûn, heta neha jî di praniya taxên wê de pêgehên xwe danîne.

Piştî girtina Şingalê, ku heta neha senaryoyên cûda yên leşkerî û siyasî yên li pişt ketina Şingalê derketina holê, çekdarên DAIŞê dest bi kuştina welatiyên Kurdên Êzdî, revandin û dîlgirtina wan, bi taybet jîn û keç û zarokan kiribû.

Heta neha jî hejmareke yekcar zêde ji Kurdên Êzdî- bi taybetî jin û keç û zarok- dîlkirî ne, çendîn raporên navdewletî jî diyarkirine ku, çekdarên DAIŞê ew keç û jinên Kurdên Êzdî wek kole bo têrkirina heza sêksî ya çekdarên bikar tîne, herwiha wan di bazaran de difroşe.

Şingal navçeyeke çiyayî ya ser bi parêzgeha Neynewayê ve ye, ku ew jî şeva 9\10ê Hezîrana sala borî ketibû dest çekdaran de. Ew qeza dikeve rojhilatê-başûrê parêzgeha Dihokê.

Ew yek ji navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ye, ku heta neha çaverêyî diyarkirina çarenivîsa xwe ye li gor madeya 140ê ji destûra Iraqê, ku dê bi rêya referandûmekê ew çarenivîs diyar bibe.

Herwiha ew qeza yek ji navçeyên herî girîng û stratejîk e di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê (Iraq û Sûriyê) de.

Ji dema girtina Şingalê û heta roja îro, ku salek bi ser wê karesatê derbas dibe, gelek bûyer û guhertin li wê navçeyê çêbûn, ku em dê bi kurtî di van xalan de behis bikin:

03.08.2014 girtina Şingalê û reva hejmareke zêde ji welatiyên navçeyê bo ser Çiyayê Şingalê, ew jî ji tirsa hovîtiya çekdarên DAIŞê.

Çekdaran dest bi karên kuştin, revandin û dîlkirina jin, keç, zarok û zilamên Kurdên Êzdî kirin, li gor ku fermandarê Pêşmerge li ser Çiyayê Şingalê, Mihema Xelîl, ragehandiye jî bêhtir ji 6 hezar Kurdên Êzdî şehîd û wenda ne.

Nêzîk 230 hezar Kurdên Êzdî li ser Çiyayê Şingalê asê mabûn û ji aliyê çekdaran ve hatibûn dorpêçkirin.

Roja 5ê Tebaxê, parlamentera Kurd a Êzdî, Viyan Dexîl, di parlamentoya Iraqê de bi girî daxwaza alîkariya cîhanê bo xelkê Êzidî kiribû.

Roja 6ê Tebaxê firokeyên hevpeymanan alîkariyên xwarin û vexwarinê bi hemahegî ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo derbiderên ku li ser Çiyayê Şingalê asê mabûn, avêtin.

9ê Tebaxê ji aliyekî Çiyayê Şingalê ve rê li pêş hejmarek derbider hat vekirin. Ew derbasî Rojavayê Kurdistanê bibûn, li wêde jî li Kmapa Newrzo ya navçeya Dêrikê bicih bibûn, yan jî berê xwe dabûn malbatên Kurdên Êzdî li navçeya Tirbespiyê û gundên derdora wê.

Roja 19ê Kanûna borî, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi serperetiya Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî li Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, karîn rûbereke berfireh ber bi bajarokê Şingalê ve azad bikin û dorpêça li ser Çiyayê Şingalê bişkênin û metirsiya çekdarên DAIŞê li ser derbiderên dûrbixin.

Piştî azadkirina Çiyayê Şingalê, derbiderên ku asê mabûn daketin û neha li 16 kampan li Herêma Kurdistanê bicih bûne.

24ê Çileya 2014an, Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, konferensekî rojnamevanî li ser Çiyayê Şingalê lidarxist.

Barzanî di destpêka axeftinên xwe de gotibû: “Arezûya min ew bû ku li ser vî çiyayî pîrozbahiya serkeftinê li gelê kurd bikim. Şukur ew jî hat cîh.”

Roja 14ê Çileya 2015an, bi amadebûna nûnerên Koma Civakên Kurdistanê (KCK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), encûmena Kantona Şingalê hat ragehandin.

Desthialtdarên Herêma Kurdistanê wê demê ragehandibûn ku, nabe ti aliyekî derekî çarenivîsa Şingalê diyar bike û her awayekî veqetandina wê ji Başûrê Kurdistanê red kiribûn.

Neha li navçeya Şingalê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, Pêşmergeyên Êzdî, Gerîlayên PKK, hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Parastina Şingalê (HPŞ)- ku ji aliyê YPG ve hatiye damezrandin- hene.

Di dawiya sala 2014an de, Heyder Şeşo hewla pêkanîna hêza çekdarî ya Heşda Şeibî li ser Çiyayê Şingalê dabû, ew jî piştî ku fermana pêkanîna wê hêzê û mûçeya pêwîst ji Bexdayê wergirtibû.

Roja 5ê Nîsana borî, asayişa Sêmêla ser bi Dihokê ve bi fermanda dadgehê Heyder Şeşo girtin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku, Şeşo bi biryara dadgehê û tohmeta avakirina hêzeke ne yasayî hatiye girtin, ew dê bi biryara dadgehê jî serbest were berdan.

Roja 13ê Nîsanê Heyder Şeşo hatibû azadkirin û ragehandibû ku, dê hêzên di bin fermana wî de êdî tevlî Pêşmergeyan bibin û bi fermana Wezareta Pêşmerge kar bikin.

Li gor ku çalakvanên Kurdê Êzdî, Xidir Domelî ji K24ê re ragehandiye, bi temamî 5 hezar û 2 Kurdên Êzdî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine dîlkirin. Ji wan 2 hezar û 17e hatine azadkirin.

Fermandeyê Pêşmerge li ser çiyayê Şingalê û endamê berê Parlamentoya Iraqê Mehma Xelîl, duh, 2ê Tîrmehê, di konferensekî rojnamevanî de li Hewlêrê ragehand ku, heta neha 11 gorên bikom ên Kurdên Êzdî li qeza Şingalê hatine dîtin.

Mehma Xelîl eşkere kir jî ku, heta neha 5 hezar Kurdên Êzdî ketine destê DAIŞê, ji wê hejmarê jî tenê hezar û 916 kes hatine rizgarkirin.

Roja 29ê Tîrmeha borî jî, berpirsê nivîsgeha revandiyên di dest çekdarên DAIŞê de, Hisên Qayidî ragehandiye, heta neha 2 hezar Kurdên Êzdî hatine rizgarkirin.

Hisên Qayidî daye zanîn ku 400 hezar Kurdên Êzdî ji malên xwe derbider bûn.

Navborî eşkere kir ku, heta neha jî 2 hezar kes ji destê terorîstan hatine rizgarkirin. Di nav kesên rizgarbûyî de 300 zilam, 750 keç  û jin û bêhtir ji 900 zarokî hene.

Bi gotina Qayidî, neha 800 Kurdên Êzdî di dest çekdarên DAIŞê de ne.

Ev amar jî nîşana wê yekê ne ku, heta neha amareke hûr fermî li ser kesên ku di karesata Şingalê de bûne qurbanî û hatin dîlkirin, nîne. Lê hejmar her şawa bin, ew bûyer bi yek ji karesat û serpêhatiyên herî dijwar di serdema nû de tê hejmartin.

Neha çend taxên Şingalê di bin kontrola Pêşmergeyên Kurdistanê de ne. Fermandarên Pêşmergeyan jî amaje bi amadebûna plana azadkirina Şingalê dikin, lê diyar dikin ku ew lê hêviya fermana cîbicîkirina wê planê ne.