Gerstêreke nû ya bi navê “55 Cancri” hat dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî lêkolîneke ku di kovara “Nature” de hatiye weşandin, hesareyeke nû ya bi navê “55 Cancri” hatiye dîtin.

Ev hesare di nav çend gerstêrkên kevirî yên li derveyî pergala royê de hatiye dîtin ku atmosfereke wê heye, ev atmosfer ji karbondîoksît û karbonmonoksîtê pêk tê.

Di lêkolîna kovara “Nature” de tê gotin, atmosfera gerstêrkê ji têkeliya nîtrojen, oksîjen, argon û gazên din pêk tê.

Li gorî lêkolînê, lêkolîneran duhî Çarşemê piştrast kirin ku gerstêrk pir dişibihe gozemîne, ew wek cîhaneke kevirî ya mezin tê hejmartin ku ji pîvanên gerstêrkan zêdetir e, lê ji hesareya Neptûn biçûktir e.

Li gorî lêkolîneran, li vê gerstêrkê germahî digihêje 1725 pileyî, ev tê wê wateya ku gerstêrk ji jiyanê re ne guncaw e.

Ji aliyê xwe ve, zanyar dibêjin ku ev vedîtin nîşanek hêvîdar e ku dibe ku gerstêrkên din ên kevirî yên bi atmosferên stûr hebin.

Agahiyên li ser gerstêrka nû:

Gerstêrk 8,8 qatan ji gozemînê mezintir e.

Germahiya rûyê erdê wê digihêje 1725 pileyî.

Gerstêrk di galaksiya Riya Kadizê de cih digire û 41 salên roniyê ji gozemînê dûr e.