Eniya el-Nusrayê ji bakurê Helebê vedikişe

“Tirkiyê dixwaze rêgiriyê li damezrandina dewleta Kurdî bike”

K24-Navenda Nûçeyan

Eniya el-Nusrayê ji navçeyeke ku Tirkiyê dê bike tampon vedikişe, radigehîne jî ku hewldanên Enqerê ji bo rêgirtin li damezrandina dewleta Kurdî ye.

Eniya el-Nusrayê di daxuyaniykê de duh, 10ê Tebaxê, rexne li rêkeftina Amerîka û Tirkiyê ji bo avakirina navçeyên tampon li Sûriyê girtin, diyar kir jî ku mebest ji wan hewldanan parastina ewlehiya Tirkiyê ye “ne ku şerê li dijî Esed e.”

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye ku, piştî wê rêkeftinê û pêşhatên ku ketine rojevê de, Eniya el-Nusrayê “dît ku baştirîn biryar vekişan ji bakurê Helebê ye” da ku hêzên din ên opozîsyonê li wê navçeyê şer bikin.

Hêzên ku dê cihê Eniya el-Nusrayê li derdora Helebê bigrin, ew şervanin ku ji aliyê Amerîkayê ve hatine perwerdekirin.

Eniya el-Nusrayê di daxuyaniya xwe de amaje dike ku, mebesta Tirkiyê ji navçeyên tampon ew e ku rê li pêş şervanên Kurd û damezrandina dewleta Kurdî bigire.

Di dawiya meha borî de, Washington ku Enqereyê li ser derkirina DAIŞê ji Sûriyê rêkeftin.