Davutoglu: operasyonên me ne li dijî neteweyên Tirkiyê ne

taybet netweya Kurd

K24-Navenda Nûçeyan

Serowezîrê Tirkiyê ragehand ku operasyonê wan yên dawiyê li ser pêgehên “terorîstan” ne li dijî "neteweyên Tirkiyê" ne.

Di hevpeyvîneke televîzyonî de Serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Davutoglu duh,14ê, Tebaxê ragehand ku "bila welatiyên me, taybet netweya Kurd, piştras bin ku operasyonên me yên vê dawiyê ne li dijî wan kesên pêkvejiyan û aramiyê dixwazin e, herwiha ne li dijî yek neteweyê ye".

Davutoglu teke zkir ku armanca opersyonan “azadiya welatiyên ku di bin gefa grûpên terorîst de ne.”

Serokwezîrê Tirkiyê ąmaje bi hevidîtina xwe ya ligel rojnamevanên Herêma Kurdistanê kir û tekez kir ku operesyon ne li dijî Herêma Kurdistanên ne.

Ji aliyeke din ve Davudoglu diyarkir ku di ti qonaxan de pêwendiyên wan bi rêxstina DAIŞê û serkirdeyên wê yên ku  ji zîndanên Iraq û Sûriyê derketîne “nebûn” û da zanîn ku tirkiye yekemîn welatbû DAIŞ weke rêxistineke terorî”st binav kiribû.

Ji destpêka rawestandina agirbesta di navbera Tirkiyê û PKKê de ku di sala 2013 ve destpêkirbû heta niha 35 leşker û 12 welatiyên sivîl yên Tirkiyê  ji aliyê gerîlayên PKKê ve hatine kuştin.

Li gor amarên  Tirkiyê di encama operasyonên wê yên li nav û derveyî Tirkiyê de 390 “terorîst” kuştî û 400 birîndar ku birîna 150 keran dijware hene.

Hikûmeta Tirkiyê jî, PKK wek rêxistinek “terorîst” binav dike.