DAIŞê kîmyayî li dijê Pêşmerge û YPG bikar aniye

Encamên lîkolînan ev yek pişrast kirine

K24- Navenda Nûçeyan

Piştrast bû ku çekdarên DAIŞê çekên kîmyayî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bikar anîne.

Televîzyona CNN a Amerîkî duh, 14ê Tebaxê, li ser zarê çavkaniyekê ji îstixbarata Amerîkayê ragehand ku, rêxistina Dewleta Islamî ya radîkla (DAIŞ) cûrek ji çekên kîmyayî li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê bikar aniye.

Li gor çavkaniyê, ku navê wê nehatiye aşkerkirin, DAIŞê xaza Xerdel li dijî şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bikar anîne.

Hevdem li Mexmûra Başûrê Kurdistanî jî, piştî encamdana lêkolînan li taqîgehên hevpeymaniya navdewletî, derket ku çekdarên DAIŞê xaza Xerdel li dijî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê jî bikar anîne.

Beriya 3 rojan, di dema êrîşeke çekdarên DAIŞê de bo ser pêgehên Pêşmergeyan li eniya Mexmûrê, gomana bikar anîna çekên kîmyayî di wê êrîşê de ketibû rojevê, ew goman jî ji aliyê taqîgehên hevpeymaniya navdewletî de hatiye piştasrkirin.

Roja “23’ê Çileya îsal li ser rêya navbera Mûsil û Sînorê Sûriyê çekdarên DAIŞê êrîşeke xwekujî li dijî pêgehên Pêşmergeyan encam dabû, Encûeman Asayişa Herêma Kurdistanê wê demê jî ragehand bû ku, çekdaran xaza Klorê di wê êrîşê de bikar anîbûn.