Fransa Kurdên Êzdî, Xirîstan û Sabîeyan lihev dicvîne

wê gotûbêj li ser rêzgirtina li bigeha fereh ya etînkî û olî were kirin

 

K24-Navenda Nûçeyan

Fransa hewldanên xwe dike ji bo girêdna konferensekî taybet ni kemîneyên li Sûriyê û Iraqê.

Li gor raporeke rojnameya “Le Figaro” ku di hejmara îro, 15ê Tebaxê de belavbûye, konferens dê tekeziyê li ser qurbaniyên tûndiya etnîkî û olî di Rojhelata Navîn de bikin, weke Kurdên Êzdî, Xirîstyan û Sabia ku zeremendên herî mezin in ji tundiya grûpên radîkal.

DI heman raporê de hatiye ku, 60 welatên cîhanê dê beşdariyê di wî konferensî de bikin, di nav de jî Amerîka, Rûsiya, Iraq, Erbistana Siûdiyê û Tirkiyê, herwiha rêxstinên navdewltî jî hene.

Di Adara borî de Wezîrê Derve yê Fransayê Laurent Fabius daxwaz ji Encûmena Neteweyên Yekbûyî (NY) kiribû ku rewşa kemîneyên Rojhelata Navîn-taybet yên Xiristyan- were gotûbêjkirin.

Fabius diyarkirbû ku mebest ji daxwaza wî  ew bû  ku  kemîneya Xirîstyan li Iraq û Sûriyê vegerin li ser malên xwe.

Rojnameyê diyarkir ku Konferans dê Îlona bê sê terweran gotûbêj bike ji wan jî babeta pêşkeşkirina alîkariyên mirovahî ji penaberan re taybet di rewşên awarte de bi mebesta  vegerandina wan bo malên xwe,herwiha standina tedabîrên yasayî derheqê tewanbarên çewisandina li dijî kemîneya tê kirin.

Herwiha tewera sêyem jî wê gotûbêj li ser rêzgirtina li bigeha fereh ya etînkî û olî were kirin