Dizeyî: Mîkanîzma şandin û firotina petrolê zelal e

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî diyar dike ku, proseya şandin û firotina petrolê zelal û eşkere ye, daxuyaniya parlementerekî Kurdistanê jî red dike.

K24 – Hewlêr

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî diyar dike ku, proseya şandin û firotina petrolê zelal û eşkere ye, daxuyaniya parlementerekî Kurdistanê jî red dike.

Parlamenterê Kurdistanê Sabir Izet di daxuyaniyekê de gotibû “Kompaniyayeke petrolê ku nav û cihê wê ne diyar in, 2 meh in petrola Herêma Kurdistanê bi agahiya Serokê Herêma Kurdistanê hinarde dike û kes nizane dahata wê bi kû de diçe.”

Sefîn Dizeyî daxuyaniya wî perlemanterî red kir û got: “Eger nêta wî perlemanterî başî ye bila navê wê kompaniyê û belgeyên di  destê de eşkere bike.”

Sefin Dizeyî amaje kir ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi awayekî zelal tê kirin, haya navendên navdewletî, Bendera Ceyhanê û Herêma Kurdistanê  ji wê proseyê heye.

Dizayî got jî hemû belgeyên fermî li Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê ne û ev pirs ne girêdayî Serokatiya Herêma Kurdistanê ye.