Ketîbeya "keçên Rojê" xwe ji şerê DAIŞê re amade dike
K24-Navenda Nûçeyan
Hunermendeka Kurdên Êzdî bi armanca tolvedana keçên di destên DAIŞê şehîd bûne û hatine revadin damezrandina ketîbeyeka leşkerî ya jinan ragehand.
Di daxuyaniyekê de bo rojnameya Şerq el-ewset hunermena Kurda Êzdî Kayt Şingalî ragehand ku ketîbeya wan ji 123 jinan pêk tê û temenên wan jî di navbera(17-30) de ne, herwiha diyarkir ku karên wan şerê li DAIŞê ye.
Şingalî daxwaz ji welatên Ewropayê kir ku bi hawara wan ve bên û bi çekên nû û pêşketî piştgiriya wan bikin, herwiha diyarkir ku nexeme ew werin kuştin û amadene ji her buyereke awarte re.
Cîn Faris keçeka Kurdên Êzdiye ku jiyê wê 17 e sale û yek ji endamên wê ketîbeyêye diyarkir ku eger rêxistina DAIŞê biryara kuştina min jî bide ez dê bi şanazî bêjim ku kurda Êzdîme.
Li gor amarên ofîsa revandeyên Kurdên Êzdî li Herêma Kurdistanê heta neha 2000 Kurdên Êzdî di destê DAIŞî dîl mane.