Teqîneke mezin Qamişlo dihejîne
K24- Navenda Nûçeyan
Barhilgireke bombekirî li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê teqiya, bi dehan kes bûne qurbanî.
Demjimêr 09:20 ji sibeha îro, 19ê Tebaxê, otombîleke barhilgir li pêş navenda asayişê li taxa Enteriye ya Qamişloya Rojavayê Kurdistanê teqiya.
Li gor ku di wêneyên bûyerê de diyar dibe, ziyanên mezin ji encama teqînê ketine, lê heya niha hejmata qurbaniyan nehatiye zanîn.
Heta niha jî ti aliyekî berpirsyariya wê teqînê negirtiye stûyê xwe, lê çendîn car rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) teqînên xwekujî li Qamişlo çêkirine.