Almanya: Pêşbîniya hatin 800 hezar penaberî dike

Almanya pêşbînî dike ku dê pêşwaziya 800 hezar penaber li ser xaka xwe bike.

 

 

K24 – Navenda Nûçeyan 

Almanya pêşbînî dike ku dê pêşwaziya 800 hezar penaber li ser xaka xwe bike.

Wezîrê Navxwe yê Almanyayê Thomas de Maiziêre di daxuyaniyekê de duh, 19 Tebaxê, de ragehand ku welatê wî pêşbînî dike dê pêşwaziya 800 hezar penaberî bike.

De Maiziêre diyar kir ku ew neçar in çareyên baştir bo pêşwazîkirinê bibînin ji ber ku hejmara wan çaverê dikir bi çar qatan ji ya sala borî zêdetir bû.

De Maiziêre nîşana wê yekê da ku ev hatina penaberan bi vî awayî ji hikûmeta Federal, wîlayet û desthilatên xwecihî re bûye wek ezmûnekê.

Wezîrê Almanî eşkere kir ku hejmara penaberên di Tîrmehê de gehêştine welatê wî 83 hezar penaber in, hejmara penaberên di nîvê yekem ji meha Tebaxê jî gehêştiye 50 hezar penaberî.