“Zilamê duyem” ê DAIŞê hat kuştin

Berpirsê sereke yê veguhestina çek. teqemenî û çekdaran bû

K24- Navenda Nûçeyan

Koşka Spî ragehand ku, zilamê duyem di rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) û de berpirsê ragehandina wê hatin kuştin.

Berdevkê Koşka Spî, Ned Price, duh, 21ê Tebaxê, ragehand ku “Fadil Heyal ku bi navê Basim Hacî Muetez, di operasyoneke esmanî de roja 18ê Tebaxê li nêzîk Mûsilê hat kuştin.”

Ned Price diyar kir ku, berpirsê ragehandina DAIŞê “Ebû Ebdulla” bi hevaltiya Heyal bû û ew jî hatiye kuştin.

Navborî ragehand jî “Dê kuştina Heyalî bandoreke nerênî li ser operasyonên Dewleta Islamî bike.”

Li gor berdevkê Koşa Spî jî “Heyalî organîzatorê sereke yê veguhestina çek, teqemenî, otombîl û çekdaran bû di navbera Iraq û Sûriyê de. Herwiha berpirsê operasyonan li Iraqê bû û di nexşandina plana êrîşkirina ser Mûsilê de jî, Hezîrana 2014an, alîkar bû.”

Li gor çavkaniyên leşkerî jî, Fadil Heyalî efser bû di Artêşa Iraqê ya li serdemê Sedam Hisên de, beriya niha jî li navenda Boka hatibû girtin, piştî serbest hatibû berdan tevlî DAIŞê bibû.