Çaremîn gera danûstandinan li Başûr destpêdike

Sibe Parlementoya Kurdistanê encaman pesend dike

K24- Hewlêr

Çaremîn gera danûstandinên çareseriyê di navbera hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê de birêve diçe, sibe jî encam li Parlementoya Kurdistanê tên pesednkirin.

Danûstandinên ku ji bo çaresekirina pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê destpêkiribûn, sibe, 23ê Tebaxê,  berdewam dikin.

Heta niha jî ti encamên yekalîker ji nava civînê bo medyayê nehatie eşkere kirin, lê Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fûad Hisên, wan danûstandinên di navbera aliyên siyasî de berdewam bi “erênî” binav dike.

Danûstandin roja Çarema borî bi amadebûna nûnerên Amerîk, Brîtanya û Neteweyên Yekbûyî destpêkiribûn.

Li gor ku di medyayê de hatiye belavkirin, wan nûneran daxwaz ji aliyê siyasî yên Herêma Kurdistanê kirine ku, yekrêzî û yek helwêstiya xwe biparêzin û pirsgirêkên ku hene bi rêya danûstaninê û dûr ji aloziyan çareser bikin.

Herwiha nûnerê Amerîkayê daxwaz kiribû ku, Mesûd Barzanî bo du salên din jî wek Serokê Herêma Kurdistanê bimîne, her li gor ku di medyayê de belav bûye.

Roja 19ê Tebaxê, erkê Serokê Herêma Kurdistanê bidawî hatiye, biryar e encamên ku aliyên siyasî di danûstandinên xwe de bigehinê, sibe Yekeşmê li Parlementoya Kurdistanê bên sepandin.

Di van danûstandinan ku bi hemahengiya Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê destpêkirine de, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goranê, Komela Islamî ya Kurdistanê û Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê beşdar in.