Generalekî Amerîkî: DAIŞê Xerdel li dijî Pêşmergeyan bikar aniye

Encûmena Asayişa Kurdistanê jî beriya niha piştrast kiribû

K24- Navenda Nûçeyan

Serokerkanê operasyonên navdewletî yên li dijî DAIŞê ragehand, di lêkolînan de derketiye ku rêxistina navborî çekên kîmyayî li dijî Pêşmergeyan bikar anîne.

Generalê Amerîkî, Kevin Kilia, duh, 21ê Tebaxê, got ku, li gor lêkolînên li ser paşmayên guleyeke (Mortar) hatine encamdan, ku li dijî Pêşmergeyên hatiye bikaranîn, derket ku ew gule helgira madeyeke kîmyayî bû.

Roja 11ê Tebaxê, çekdarên DAIŞê guleyên (Mortars) arastyeyî pêgehên Pêşmergeyan li navçeya Mexmûrê kiribûn.

Kevin Kilia da zanîn ku, Pêşmergeyên Kurdistanê paşmayên wan guleyan radestî hêzên Amerîkî yên li navçeyê kirine.

Kilia da zanîn jî ku, heta niha ew nikarin ji sedî 100 wan encaman piştrast bikin û got: “Me hin paşmayên wan guleyan birin û lêkolînên meydanî li ser kirin, di encamê de derket ku helgirên madeya xaza Xerdelê bûn.”

Roja “23’ê Çileya îsal li ser rêya navbera Mûsil û Sînorê Sûriyê çekdarên DAIŞê êrîşeke xwekujî li dijî pêgehên Pêşmergeyan encam dabû, Encûeman Asayişa Herêma Kurdistanê wê demê jî ragehand bû ku, çekdaran xaza Klorê di wê êrîşê de bikar anîbûn.