"Tirêna Naziyan" a wendayî hat dîtin

tirên li nêzîkî bajarê Wrocelawê wenda dibe.

K24-Navenda Nûçeyan

Tirêna ku di şerê  cîhanê yê duyemîn de winda bibû û zîr, gewher û çek têde hebûn hate dîtin.

Hat ragehandin ku di sala 1945 de û dema hêzên Sovyêt nîzîk dibe tirên li nêzîkî bajarê Wrocelawê winda dibe.

Di daxuyaniyekê de rêxistine yasayî li Walbrzychi ku dikeve Başurê Rojavayê Polonya duh, 12ê Tebaxê  ragehand ku pêwendî bi du kesên ew tirên dîtin kirin.

Bajarokê Walbrzychê bi 3 kîlometreyan ji keleha Ksiazê dûre, û li gor çîrokê tirên li wir wenda bûye, herwiha medeyaya Polonyayê radgehîne kesên tirên dîtine daxwaza 10 ji sedî tiştên di tirênê de dikin.

Ji Şarederiya Walbrzych'ê Marika Tokarska dibêje hiqûqnas, Artêş, asayîş û agirkuj bi van karan re mijûl e û beriya niha li wê herêmê xebatên kolîneriyê nehatiya kirin ji ber wê ew nizanin bê wê ci bibînin.

Berpirsa Şaredariya Walbrzychê Marika Tokarska dirakir ku neha yasanas, Artêş, Asayîş û Agirkuj hemû bi lêkolênên li ser wê tirênê mijulin, lê berî neha lêkolîn nehatibûn encamdan.

Li gorî çavkaniyên  li wê herêmê kêleka trênê bi lûle ye û kesên tirên dîtine yek ji wan Alman e, û yê din jî Polonî ye û ji lêkolîneran re dibêjin ku ew bi şaredariyê re hevkarin.

Li gorî  tora medyayî Wiadomosci ya Walbrzyskie'ê dirêjahiya trênê 150 metre û 300 ton zêr lê barkirî ye.

dîroknasek bi navê Joanna Lamparska jî  dibêje tirên bi zêr û "maddeyên bi talûke" barkirî di tunelekê de wenda bû ye.

Beriya niha li herêmê lêgerîn hatibû kirin lê belê tu encam jê derneketibû.