Kela Wanê şemala xwe ji 3 hezar sal ve diparêze

Kela Wanê ku ji aliyê şahîtiya Urartuyan ve hatiye çêkirin, li Peytexta Urartuyan Tuşbay'ê dinêre û bi şemla xwe ya 3 hezar salan ve xwe diparêze.

K24 – Wan

Kela Wanê ku ji aliyê şahîtiya Urartuyan ve hatiye çêkirin, li Peytexta Urartuyan Tuşbay'ê dinêre û bi şemla xwe ya 3 hezar salan ve xwe diparêze.

Ev 5 sal in bi destûra Wezareta Çand û Tûrizmê ya Tirkiyê, Xebatên kolînerî yan vekolandinê ku bi serokatiya Rêveberê Navenda Arkeolojî û Dîroka Herêma Wanê ya Fakûlteya Zankoya Edebiyatê ya Stenbolê Doç. Dr. Erkan Konyar, birêve diçe, îsal li derdora kela Wanê dest pê kir.

Doç. Dr. Erkan Konyar Dibêje ew li derdora Kela Wanê 3 xebatên cuda dimeşînin û di xebatên xwe yên heta niha de nîgarek û hinek amûrên şemalê dîtine.

Konyar ji K24ê re got: "Li bajarê Kevnar yê Wanê şûneke bajarê Osmanî ya 800 salan heye. Li Girê Kela Wanê tebeqeyên kevn ên Wanê hene. Em prosesa nêzîkî 5 hezar salan ji profîla li vê derê dişopînin.”

Konyar dibêje di xebatên xwe de ew li ser wê yekê disekinin ku gelo Şahîtiya Urartuyan çawa hilweşiya ye, piştî wan kî hatine herêmê û çandeke çawa anîne.

Li gorî Erkan Konyar ji amûrên ku mirovan bikar anîne bigirin heta şop û gorên mirovan, Hêmanên bînasaziyê yên wê demê, derdikevin holê û ew li ser wan şop û goran lêkolînan dikin, digihin sedema mirinê û fêrbûnên mirovan.

Bajarê Wanê bi Kela û gola xwe xemla Kurdistanê ye, dîroka wê heta sala 7000'î beriya zayînê diçe û mazûvaniya gelek şaristaniyan kiriye. Lewra ji bo arkeolog û lêkolînerên dîrokê qadeke girîng e.