Civîna Parlementoya Kurdistanê çaverêyî lihevkirina aliyên siyasî ye

li darxistina civîna parlementoyê girêdayî 2 babetan e.

K24- Hewlêr

Civîna Parlementoya Kurdistanê ya ku biryar bû îro, 23ê Tebaxê, were li darxistin, çaverêyî encamên danûstandinên çareseriyê ye.

Şêwermendê Parlementoya Kurdistanê Kardo Mihmed ji K24ê re ragehand ku li darxistina civîna parlementoyê girêdayî 2 babetan e.

Mihmed diyar kir ku babeta yekem wê çaveriya derencamên civînên aliyên siyasî be, herwiha ya duyem jî pêwîste parlementer daxwaza civîneke ne asayîbikin.

Li gor peyrewa navxwe jî, nabe du civînên ne asayî yê Parlementoya Kurdistanê li ser yek babetê bê li darxistin.

Di yekem civîna de, ku 18ê vê mehê hatibû encamdan, aliyên siyasî daxwaz parlementoyê kiribûn ku, ti civînan li darnexe heta îro Yekşemê, lê dibe ku civîn carek din were paşxistin.

Tevî lihevkirina aliyên siyasî jî, di 19ê vê mehê de çar frakesyonên Tevgera Goran, Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê, Komela Islamî ya Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hewla civandina parlementoyê dabûn, lê hejmara yasayî ya pêwîst bo encamdana civînê pêknehatibû.

Civînên aliyên siyasî jî dê îro li Silêmaniyê berdewam bibin, dibe ku piştî vê civînê biryara yekalîker derbarê pirsa Serokatiya Herêma Krdistanê de were ragehandin.