Danûstandinên çareseriyê li Silêmaniyê berdewam dibin

Parlementoya Kurdistanê çaverêyî encaman e

K24- Silêmanî

Gerên danûstandinên çareseriyê yên di navbera her 5 aliyên beşdar di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, li Silêmaniyê berdewam dibin, Parlementoya Kurdistanê jî çaverêyî encaman e.

Peyamnêrê K24ê li bajarê Silêmaniyê ragehand ku, çaremîn gera danûstandinên çareseriyê îro, 23ê Tebaxê, li hotêla Grand Millennium destpê kir.

Li gor zanyariyên peyamnêrê me jî, her aliyekî beşdar di civînê de, pisporekî yasayî ligel xwe derbas kiriye.

Biryar bû îro Yekşemê jî Parlementoya Kurdistanê li ser pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê civîneke ne asayî li darxistiba, lê ji ber ku heta niha ti encamek ji danûstandinên çareseriyê derneketine, civîna parlementoyê hat paşxistin.

Li gor zanyariyên taybet jî, Komîteya Yasayî ya Parlementoya Kurdistanê dê rapora xwe ya derbarê pirsa guhertina Yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê de, li ser bingeha lihevkirina aliyên siyasî, dabirêje.

Şêwermendê Parlementoya Kurdistanê Kardo Mihemed ji K24ê re ragehand ku li darxistina civîna parlementoyê girêdayî 2 babetan e.

Mihemed diyar kir ku babeta yekem wê çaveriya derencamên civînên aliyên siyasî be, herwiha ya duyem jî pêwîst e parlementer daxwaza civîneke ne asayî bikin.

Roja 19ê Tebaxê, erkê Serokê Herêma Kurdistanê bidawî hatiye, biryar e encamên ku aliyên siyasî di danûstandinên xwe de bigehinê, sibe Yekeşmê li Parlementoya Kurdistanê bên sepandin.

Di van danûstandinan de ku bi hemahengiya Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê dest pê kirine, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goranê, Komela Islamî ya Kurdistanê û Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê beşdar in.